Gotûbêja şablonê:Dîrok

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav @MikaelF, Ghybu, Penaber49, Gomada, û Guherto: Li gorî Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan (2012):

Di tewanga hejmarnavên hevedudanî de, yên ku tesîrê dikin, nehejmarnavên pêşîn in, hejmarnavên paşîn in. Loma li gor hejmarnavên paşîn dihên tewandin. (r.237)

Yanî dibêje divê "2021ê" were nivîsin, "2021an" xelet e. Min du pirtûkên rêzimanê yên din (Celadet Bedîrxan û Kadrî Yildirim) jî nêrîn lê belê behsa vê mijarê nakin (qasî ku min dît). Lê belê {{jdb}}, {{dîrok}}, {{mirin}} û rûpela destpêkê gişt xelet dinivîsin. Min li vir {{dîrok/ceribandin}} sererast kir. Mînak:

Rûpela destpêkê jî wisa were sererastkirin dê baştir be: {{dîrok/ceribandin|{{CURRENTDAY}}|{{CURRENTMONTH}}|{{CURRENTYEAR}}}} --> 2ê gulana 2024an

Heke pirsgirêkek din tunebe, dikim şablonê rojane bikim. Fikrên we? Balyozxane (gotûbêj) 21:58, 6 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]

Her çend li gorî barkirinên wateyan de ev biguhere jî, ya rast 2021ê ye. Penaber49 (gotûbêj) 22:11, 6 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]

Silav Balyozxane, erê, a rast 2021ê ye, di sala du hezar û bîst û yekê de, ne "yekan". --MikaelF (gotûbêj) 06:30, 7 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]
Merheba ji we re, 2021ê rast e. Ji yekê pê ve dibe pirjimar û -an lê zêde dibe. Qewet be ji we re!—Gomadapeyam 10:14, 7 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]
✓ Çêbû
@Gomada û @Ghybu ji kerema xwe re di Wîkîpediya:Destpêk/Ser de beşa ku dibêje "Îro, ..." wisa sererast bikin:
{{dîrok|{{CURRENTDAY}}|{{CURRENTMONTH}}|{{CURRENTYEAR}}}} --> 2ê gulana 2024an Balyozxane (gotûbêj) 21:36, 15 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]