Gotûbêja kategoriyê:Çand

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şêstemîn Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê ya Navneteweyî bi beşdarbûneke mezin ji kesayetî, nivîskar, rewşenbîr û weşangerên cîhanî hate vekirin.

Her sal di meha dehan de ev pêşangeh, ku mezintirîn pêşangeha pirtûkane li Cîhanê tê vekirin û 5 rojan berdewam dike.

Dîroka vekirina vê pêşangehê dîrokeke dûr û dirêj e, ew xwe dirêjî 500 salên derbasbûyî dike.

Nêzîkî bajarê Frankfurtê li Mainzê, Johannes Gutenberg ku yekemîn kes bû li Ewropa çapxane peyda kir û dest bi çapkirina pirtûkan kir, ligel 3 kesên din Johannes Fust, Peter Schoffer û Konrad Kenkîs, li bajarê Frankfurtê pirtûk daxistin bazarê û pêşangeha wan vekirin.

Heya sedsala 17 li Ewropa Frankfurt weke navenda pêşangeha pirtûkan dimîne.

Piştre demeke dirêj bajarê Almanî Leipzîk weke navend dimîne. Piştre careke din ew navend li Frankfurtê vedigere û cara yekemîn bi awayekî fermî di sala 1949 de li kilîseyeke bi navê Kilîseya Paul ji aliyê Komeleya Pirtûkfiroşên Alman ve ew tê vekirin û heya roja îro berdewam dike.

Îsal bêhtirî 7,300 dezgeh ji 100 welatên cuda ji seranserê cîhanê beşdarî pêşangehê bûn. Pêşangeh li ser 170.000 metre li yek ji baştirîn cih li bajarê Frankfurtê hatiye avakirin û bêhtirî 400.000 pirtûkan di vê pêşangehê de cih girtine. Her wiha nêzîkî 12 hezar rojnamevan û peyamnêran ji seranserê 100 welatên cîhanê çalakiyên pêşangehê roj bi roj şopandin û gelek ajansên cîhanî, televîzyon û radyoyan ew bi awayekî zindî pêşkêş kirin.

Bîroya çapemeniyê ya pêşangehê ragihand ku îsal nêzîkî 300 hezar kesan pêşangeh ziyaret kirine. Ziyaretvanan di van 5 rojên serdana xwe ya pêşangehê de, kultura 100 welatan û bi sedan neteweyan nas kirine. Sala bê Çîn, sala 2010 Arcentîn û sala 2011 jî wê Îsland bibe mêvanê rûmetê yê vê pêşangeha pirtûkan ya cîhanî.