Gotûbêja kategoriyê:Bingeh-Kurd

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ew kategorî ya bi min pir ecîb tê ye. Îbrahîm tatlıses temam ew dibêjêye ko "Bavê min Kurd e, dayika min ereb e lê ez tirk im". Lê min ticaran nebihîst ko Yılmaz Erdoğan gotiye ez ne kurd im an tiştekî wisa. Erê belkî gotinên xwe, kirinên xwe li xaşiya wê nehere, lê ew tim dibêje ko ez kurd im. Ger ko pîvan tirkî bûna berhema xweya, wê çaxê Yaşar Kemal û Yılmaz Gûney jî emê wek "bingeh-Kurd" bihesibinîn?. Wekî din jî ma, gelo pîvana kurdbûn an nekurdbûna yekî mimkîne ma? Silav û rêz. --Cyrus the virus 19:09, 27 reşemî 2008 (UTC)


No, Yilmaz Erdogan gelek caran gote ku ew bi Tirkbûna xwe serbilind e. Ez dikarim îspat bikim. Hema hate bîra min di bernameyeka Siyaset Meydani de got. Got eslê min Kurd e û ez ne şermdar im, lê ez Tirk im û pê serbilind im. Bêî ku ez bikaribim îspat bikim, tiştinan nanivîsînim. Rast e mirov nikare hergav bo mînak qeydên wan bernameyên TVan bibîne û li vir barbike, lê wisa ye. Dîsa ew bi jiyan û praktîka xwe jî Tirk e. Ka tu dikarî yek berhemekê hunerî yê wî yê Kurdewar nîşan bidî?

Bo Yasar Kemal, Suzan Samanci û gelekan jî min got em bêjin ew ne Kurd in an bingeh-Kurd in, lê kesê bi ya min nekir. Çima em Yasar û Suzanê bikin Kurd? Kurdî nivîsîne? Bo wêjeya Kurd têkoşiyane? Na! Kekê min heger sînorê tiştinan nebe, mafê kesî nîne ku nehsa sînoran bike. Wê çaxê bila yek were vir Hîrohîto yê Japon jî bixe bin kategoriya Kurd.. Tu dibêjî, nabe? Çima Suzan dibe çima ew nabe.

Yilmaz Güney Kurd e. Wî nasnameya xwe wekî Kurd îlan kiriye. Bo Kurdan û jiyana Kurdan fîlmên bêhempa çêkirine. Yek ji damezrênerên Enstîtuya Kurd a Parîsê ye. Miroveke polîtîk, navneteweyî ye. Çima wî û Yilmaz wekî hev dikî? Pîvan helbet ne tenê ziman e. Pîvan nasname ye. Pîvan ne nasnameyê qaşo bilêvkirine.. Ez bêjim ez Japon im, lê dinya min wekî Japon qebûl nake. Pîvan giraniya wateya jiyanê ye. Heger Yasar ev temenekê dirêj e li Stenbolê rûniştiye û edebiyata Tirkan dewlemend dike, ew Tirk e. Ango giraniya wateya jiyana wî.. Binêre ez biyografiyên Nobelwergiran dinivîsînim. Zilam Îtalî yan Polon e lê ji ber ku pirranî li Amerîka jiyaye dibêjin ew Amerîkayî û bingeh-filan e. Nasnameya yekemîn bûye ya giraniya wateya jiyanê.

Heger pîvan ne giraniya jiyanê be çawa dikarî ji Ataturk re Tirk bêjî? Binêre fîzîka wî jî eşkere dike ku ew ne bingeh Tirk-Mongol ê Asyayî ye. Porzer, çavşîn e û Balkanî ye. Lê wî jiyana xwe bo Tirkan terxan kiriye. Heger pîvan ne ev be wê gavê gotina te diqewime û tevlîheviyeke mezin derdikeve û nêrînên nîjadperest serdest dibe.

Çima Sedat Bucak Kurd e? Çima Tirk û Kurd qebûl dikî lê nîvenîvê qebûl nakî, yan bingeh-yekê qebûl nakî. Silav û rêz. --Bablekan 19:56, 27 reşemî 2008 (UTC)

Keko qasî ko ez dizanim Yılmaz Erdoğan tim dibêje ez Tirkiyêyî(Türkiyeli) me. Lê ko tu dibêje min guhên xwe bihîst rast e. Bi ya min terazî gotina yekî ye. Ger ko bingeh Kurd e û dibêje ez kurd im Kurd e. Ger ko bingeh kurd be jî bibêje ez ne Kurd im, dîsa gorî nijada xwe nabe Kurd. Ew bo Yaşar Kemal, Suzan samancı an yên din jî wiha ye. Ger ko dibêjine ez Kurd im ew neyê girînge ko bi kîjan zimanî dinivisîne. Yılmaz Erdoğan jî bo ko dibêje ez kurd im netewperestên tirk jî tim hember digirin. Li Türksolu binêhêre dixwazî;[1]
Gelo ma emê li ku gorî xuyabûna yekî nijada wî derxinî. Emê li ku nola nijadperestan kiloxên mîrova bipîvin. Bi ya min wek min gotî, bo kurd bûn an kurd nebûnê qebûl kirina yekîyê bi nijadî kurdbûn û kurdbûna xweya. Silav --Cyrus the virus 20:54, 27 reşemî 2008 (UTC)

A baş guftûgo bû û me jî kir.. Erê Turkşeyi,solu hwd jî rexne dikin. Ne tenê rexne, gefan dikin, Heya bigire guleyan berdidin lingan hwd. Binêre jiyana Tatlibaş, Mahsum Beyazgul, Hulya Tavsar, Kenan Kalav hwd. Kalav çima li Spanyayê bi salan di girtîgehê de ma? Xeracê distînin, karên pîs bi wan didin kirin. Ma tu dizanî qanûna jiyanê bo Kurdan çiye li Rûmeliyê.. Li Romistanê Kurdek tenê dikare wisa bijî. Yan înkar û koletî, yan jî meymûntî û şebektî. Yilmaz erê pere da û dide lê çima di TVê de heqaretan li Kurdan kir? Di qada nevneteweyî de jî ciddiyeta tayînkirina nasnameyan hatiye rûniştin. Însan ola xwe diguherin dibin Îslam, Mesîhî hwd. li vir pîvan giraniya wateya jiyanê ye. Li vir rola demê û faaliyet girîng in. Gelekan ez ji bo kategorîzekirina "dengbêj"ê jî rexne kirin. Camêr di emrê xwe de yek kilameke dengbêjiyê gotiye ku awaz jî ne ya wî ye, dibêje ez dengbêj im. Erê dikare bêje. Lê ne wisa ye. Sînorên dengbêjiyê hene. Ez dikarim dûr û dirêj li ser wan sînoran rawestim. Dîsa sînorên edebiyatê jî hene. Wêjevanê Rûs kê ne, herkes dizane. Kê ne helbestvanên Brîtanî û DYAyî (herdu alî jî bi heman zimanî dinivîsînin) kivşe ne. Kekê mino em bixwazin nexwazin dinya bi ya xwe dike û wêjevanên Kurd-Tirk kê ne kivşekirî ne. Suzan û Yasar di hemî lîteratûran de wêjevanê Tirk in. Ruhi Su avakerê teknîka şano bû û pişta strana Tirkî rastkir. Bi xwe Ermenî bû. Dê-bavên wî di Komkujiya Ermeniyan de hatibûn tunekirin. Wî digot jî eslê wî Ermenî ye (pirtûkên Yalcin Kücük). Lê ne Ermenî, ne Marsî yan Venûsî nabejin ew Ermenî ye. Ango herçendî ew bêje ez Ermenî me jî, xelk pê dikene.

Îcar kambaxê yê me ne wisa ye. Reş û spî, xaîn û qehreman, welatparêz û welatfiroş, dengbêj û arabeskçî, kedkar û keddiz, camêr û canemêr tevlîhev in. Kurdbûn gelek erzan e. Tu dixwazî mala Kurdan mîrat bikî, fermo bike. Tenê hema carekê be jî di jiyana xwe de bêje ez Kurd im. Psîkolojiya bindestiyê ye ev. Tirk jî ji vê xeysiyeta me sûdê werdigirin û ketin astengiyê diqîrin "Ma 75 parlamenterê Kurd hene, Özal jî Kurd bû, Ziya Gökalp û Hikmet Cetin jî Kurd in. Kamran Inan ji xwe şêx e nizanim çik".

Erê vira ne cihê analîzên neteweyî ye. Em dixwazin karê xwe û gotarên xwe baştir û têkûztir bikin. Ji bo wê ye em hevûdu rexne dikin. Ji xwe heger ji min bipirsî minê hemî bixistana bin kategoriya "....Kurdan ên li ber derê xelkê direyên/diewtin". Heya bigire min ê bi wî jî nesekiniya, min ê ew bikirana bin kategoriya "hîlqatî garîbe yên pepûk". Wekî min got armanca te, min û me hemiyan çêtirkirina gotaran e. Ji ber wê ye em rexneyên xwe bi wêrekî, hûrkolî û îronîk dikin. Em wekî hezkiriyên Wîkîpediya ji herkesî hez dikin. Bêalî ne. Silav û rêz. --Bablekan 12:39, 28 reşemî 2008 (UTC)

Ez pir naxwazime nîqaşê dirêj bikim, çimkî li xalekê şunda merî xwe tekrar dike. Tenê va bêjim tu jî qebûl dikeyê ko ger ko tu hunermendekî û li Tirkiyê yî tuyî mecbûrî ko kurdîyê xwe pêşde nexî. Ku tu hevkî bikî nola Ahmet Kaya kirî, encamê teyê dîyar kiriye. Yılmaz jî qasî ku ez zanim ew pereyan dane malbata eskerên Tirkiyêyê hatinî kuştin. Di wê de jî tu çewtî tune ye. Meseleya kurdan tu caran bi xelk-gel re nebû ya zordariyê dike zilmê dike dewleta, yên sergir in. Tu heqaratan Yılmaz Erdoğan jî min tu caran nebihîstin. Ger ko tu wiha dibêjeye rast e, lê min nebihîst. Erê ez jî dixwazim filmên kurmancî bikişîne, helbestên xweyên xweş bi kurdî binivise, lê heta ku nebêje ez ne kurd im li ber çavên min kurd e. Bi min wekî min gotî ne kirinên xwena ne jî, berhemên xwe ne. Bi min terazî gotinên wî ne. Mesela Ahmet Kaya tu berhemê kurdî nenivisîn, lê ew jî ber çavên min kurd e. silav û rêz --Cyrus the virus 18:25, 28 reşemî 2008 (UTC)