Gotûbêja kategoriyê:Rêxistina bi dizî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ev binavkirina "Rêxistina bi dizî" hinde lê nayê.. Erê ev rêxistin jî bi dizî (îllegal) kar dikin lê li ber zagonan ne "îllegal" in, fermî ne û rewa ne. Tevlîhevî çêdibin. Bi ya min navê kategoriyê baş e were guhertin.

Aya çiqas li rê ye mirov ji bo saziyên fermî peyva "rêxistin" bikarbîne? Kekê Luqman, Silêman, Cyrus The Virus.. kesekê ku baş bi ferhenga Kurdî dizane hêvî dikim wê bersîvekê bidin..

Îcar pêşniyaza min çiye? Dikare "Saziya sîxuriyê", "Saziya agahdariyên ewlekariyê", "Saziya îstîxbaratê" hwd bibe.

Bêî dîtin çav ji çi re ne --Bablekan 15:51, 28 reşemî 2007 (UTC)

Kênge mirov li google li digerê, "rêxistin"(wekok rêxistin û cia an mossad, û saziya û mossad û cia tev ) pir lê neye. An go sazî hîn pir têye bikaranîn. Bi ramana min jî Saziya Sîxuriyê(Îstîxbaratê) hîn baş e. Cyrus the virus