Gottfried Wilhelm Leibniz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gottfried Wilhelm Leibniz

Gottfried Wilhelm Leibniz (* 1'ê tîrmehê 1646 li Leipzig; † 14'ê sermawezê 1716 li Hannover), Firmesunekî Elman ê navdar e. Yek ji firmesunên herî grîng ê Firmesuniya sîstemîstê ye. Bi ramanên xwe yên nû ên li ser matematîk, metafîzîk û mantiqê tê naskirin.

Leibniz, li Leipzigê ji dayik bû. Bavê wî li zanîngeha vî bajarî dersên rewiştê (Ehlaq) dida. Leibniz, piştî mirina bavê xwe ji dibistanê derket û xwe bi xwe perwerde kir. Mijara dîrokê gellekî bala wî dikşand. Di 8 saliya xwe de latînî hîn bû. 12 saliya xwe de jî dest bi hînbûna yunanî kir û ji alîkî de jî pirtûkên li ser mantiqê dixwend. di 15 saliya xwe de ket zanîngeha Leipzigê. Ji Jakob Thomasiusê ku li Almanyayê avakerê dîroka felsefê tê qebûlkirin dersên felsefê girtin. Di sala 1663'an de çû Jenayê û li vir, ji zanayên navdar ên matematîkê ders girt.

Leibniz gava 25 salî bû gellek berhemên wî ên grîng hatibûn çapkirin. Demekê bu polîtîkayê re jî eleqedar bû û li ser polîtîkayê jî çend berhem nivisandin.

Di sala 1700 de çû Viyanayê û piştre jî çû Berlînê. Zanîngeha Berlînê da avakirin û bû gerînendeyê yekemîn ê vê zanîngehê.

Di sala 1711 de dev ji kar berda û dîsa vegeriya Viyanayê. Hetanî sala 1714 deha li vir jiya. Her çiqas Leibniz bi Barontiyê hate nasnavkirin jî gava li Hannoverê mir mîna zilamekî xizan hate definkirin.

Berhemên wî[biguherîne]

  • Axaftinên metafîzîk
  • Ceribandinên nû ên li ser hişê mirovan
  • Theodizee
  • Monadenlehre