Hûrjînewer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hûrjînewer, mîkrob, mîkroorganîzma an jî hûrzindî (bi Inglîzî microbe an microorganism) endamwer an organîzmek e hind hûr e ko bi çavên bê arîkar nahêt dîtin jibo dîtina wê hûrbîn pêdvî ye. Bakterî, kivark anko qarçik, arkiya û yûkaryûsayt hûrjînewer dihên hesibandin. Vîrus bi giştî wekî bûnewerên bêcan dihên hesibandin.

Bi giştî, hûrjînewer tek-xane an hindek caran jî pirxane ne. Lê hindek ji wan hind mezin in ko carina bi çavê bê arîkarî jî dihên dîtin. Hûrjînewer hema bibêje li her dereka vê cîhanê dijîn: li serê çiyayan, di binê deryayan û di laşê mirov û lawir û giyayan da. Hûrjînewer pareka gelek giring ji jînhawir anko ekosîstemê ne. Ew laşeyên mirî yên endamwerên dî dibihujînin. Lê hindek ji wan jî nesaxîzê ne û lawir û giyayên dî tûşî nexweşiyan dikin. Hûrjînewernasî an mîkrobiyolojî zanistê xwîndina li ser hûrjîneweran e.