Bakterî
Ji Wîkîpediya
| Bakterî | ||
|---|---|---|
Şanikên bakteriya Escherichia coli li vî wêne 25,000 caran mezinkirî ne
|
||
| Dabeşandina zanistî | ||
|
||
| Filûmên (fila) bakteriyan | ||
|
Asîdobakterî - Acidobacteria |
Bakterî, (bi înglîzî bacterium, pirejimar bacteria), hûrjînewrên tek-şaneyî ne. Bi giştî, ew çend maykrometirekan mezin in û bi gelek form û şêweyan hene: girover, dirêjûdirêj, lûlwerpêç.
Zanistê lêkolînên li ser bakteriyan bakterîzanist e ko tayekê hûrjînewerzanistî ye.
Bakterî li hemî jîngehan hene: di nav axê da, di binê deryayan da, li serê çîyayan li her derê. Ew di cihên mîna paşmayên tîrêjçeleng (radioactive waste) jî hene. Bi awayekê mînakî (typical) 40 milyon bakterî di her grameka axê da û yek milyon di nav mîlîlîtireka avê da hene. Bi giştî nêzîkî 5 nonîlyon (5 × 10³°) bakteriyan li cîhanê hene. [1]
Bakterî di çerxa zadî da gelek giring in û gelek qonaxên giring di wê çerxê da, wekî tesbîtkirina naytrojinê di atmosferê da li ser wan dimînit. Di laşê mirovan da hijmaran bakterîyan 10 caran ji hijmara şaneyên laşî zêdetir e û piranîya wan jî li ser pîstî û di nav koendama herisê da ne. [2] Herçind e ko piranîya wan bakterîyan bêziyan in an hema bibêje mifadar in jî, lê hindek ji wan derdzê (pathogenic) in û dikarin mirovan nesax bikin. Bakteriya derdzê ya herî berbelav bakteriya nesaxî ya êşa zirav anko sillê an tûberkolosîsê ye ko her sal zêdetir ji 2 milyon kesan li seranserî cîhanê dikujit.
Cite error: <ref> tags exist, but no <references/> tag was found