Hemas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hemas
حركة المقاومة الإسلامية Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Rêxistina siyasî
  • tevgera berxwedanê
  • rêxistina leşkerî
  • rêxistina dînî
  • sazûman Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • حركة المقاومة الإسلامية Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala


Welat
DewletDewleta Filistînê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 10 kanûna pêşîn 1987 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • Ahmed Yassin
  • Abdel Aziz al-Rantissi
  • Mahmoud al-Zahar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê damezrandinê
Serok
  • Yahya Sinwar
  • Ismail Haniyeh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Hj. endaman
  • 20.000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîPalestinian nationalism, Îslamîzm, cîhadîzm, Islam and nationalism, anti-Zionism, anti-imperialism, anti-Americanism û Antîsemîtîzm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperhamas.ps Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hemas (bi erebî: حَمَاسْ, ḥamās, kurtenivîs: Ḥarakat al-muqāwama al-islāmiyya) rêxistineke çekdarî ya îslamîst a filistînî ye ku rêxistin ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, DYA, piraniya dewletên rojavayî û hinek dewletên ereb-misilman ve wekê rêxistineke terorîstî hatiye destnîşan kirin.

Di sala 1987an de Hemas wek şaxeke Birayên Misliman ji aliyê Ehmed Yasîn û kesên din ve hat damezrandin. Rêxistin îro ji sê beşan pêk tê: Tûgayên Qessam ên paramîlîter, rêxistineke alîkariyê û partiyeke siyasî.

Yek ji armancên sereke yên Hemasê, ji holê rakirina dewleta Îsraêlê bi rêyên leşkerî û avakirina dewleteke îslamî ye. Di peymana damezrandina xwe de[1][2] ku di 18ê tebaxa 1988an de hat weşandin, Hemas behsa teoriya Protokolên Rihspiyên Siyonê, komploya antîsemîtî ya herî berbelav a cîhanê dike, tevî ku protokol di sala 1921ê de wek sexte hatibûn eşkerekirin.[3] Di 1ê gulanê 2017an de, Hemasê kaxezek polîtîk weşand ku peymana 1988an temam dike.[4][5]

Baskê wê yê leşkerî ji sala 1993an vir ve bi bombebaran û êrîşên xwekujî yên li dijî dewleta Îsraêlê tê naskirin, ku piranî sivîl û leşkerên Îsraêlî dikin armanc. Ji ber vê yekê ew bi qanûnî ji hêla Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî, Îsraêl û hin dewletên ereb-misilman wekî rêxistinek terorîst tê nasîn.

Li Herêma Xweser a Filistînê Hemas weke rêxistineke alîkarî jî dixebite. Cara yekem Hemas di sala 2006an de derket ser dika siyasî û di hilbijartinên 25ê kanûna paşîn a 2007an de piraniya kursiyên parlamena Herêma xweser a Filistînê bi dest xist. Di heman salê de Hemasê Zîvala Xezeyê bi rêyên leşkerî xiste bin kontrola xwe û bi vê yekê Herêmên Filistînê bûn du perçe. Ji wê demê ve, wê bêyî ku careke din hilbijartin bêne lidarxistin, Hemas li Zîvala Xezeyê birêve dibe.

Ji ber ku armanca wê ya sereke ji holê rakirina Îsraêlê ye, rêxistina Hemasê çareseriya dudewletî, ku tê wateya du dewletên serbixwe yên cîran bi navê Îsraêl û Filistîn, red dike. Ji bo vê yekê Hemas herêmên bêrê yên Filistînê ên di navbera Deryaya Navîn û Çemê Urdunê jî dixwaze.

Di 7ê cotmeha 2023yan de, Hemasê dest bi êrîşeke mezin li dijî Îsraêlê kir û ji gelek aliyan ve bi rêya esmanî, deryayî û bejahî ve êrişî deverên niştecihên Îsraêlî kir.[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The Avalon Project : Hamas Covenant 1988". avalon.law.yale.edu. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ Pfahl-Traughber, Armin (4 tîrmeh 2011). "Antisemitismus in der Charta der Hamas - Dossier Islamismus". bpb.de (bi almanî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
  3. ^ "Text of Philip Graves 1921 London Times Articles on the "Protocols of Zion"". emperors-clothes.com. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
  4. ^ Kairo, Oliver Eberhardt. "Rätsel um neue Hamas-Charta". nd-aktuell.de (bi almanî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
  5. ^ deutschlandfunk.de. "Neues Papier der Hamas - "Wir wissen nicht, ob es wirklich die Charta ersetzen wird"". Deutschlandfunk (bi almanî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
  6. ^ "N12 - תיעוד: מחבלים חדרו לשדרות עם נשקים שלופים - וירו על..." N12. 7 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.