Holokost

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Holokost, şoah, nîjadkujiya Cihûyan, rehqelana cihûyan, genosîda/jenosîda cihûyan, rehkolana cihûyan ji nîjadkujiya ku ji aliyê sazûmaniya Nazîyan ve li Almanya û seranser Ewropayê hatiye kirin re tê gotin.

Wargeha nîjadkujiyê ya Birkenauyê, Dîmenek ji rawestgeha trenê ya hewşa navendî; Wênegirtin 1945, kurt piştî azadkirina Artêşa Sor

Bêjeya Holokostê[biguherîne]

Holokost bi grekî tê wateya (ὁλόκαυστον holókauston "bi giştî şewitandin, qelandin") an Şoah (herwiha Shoah; bi Hebrayî (îbranî) הַשׁוֹאָה ha'Şoah "nepîroz" an "katastrofa mezin").

Di zimanê kurdî de nîjadkujî, rehqelan, rehkolan, kuştarî, qelaço tê gotin. Ji komkujî cudatir e. Lewra di komkujiyê de komek an pirraniya gelek tê qirkirin lê di nîjadkujiyê de jiholêrakirina nîjadek, qewmek tê kirin.

Cudatiya nîjadkujî û komkujiyê[biguherîne]

Biserbikeve yan nekeve heger armanca qirkirinek jiholêrakirina gelek be, qelandina ûrtê wan bê xwestin, ev dibe nîjadkujî. Di nîjadkujiya Cihûyan de hatiye xwestin ku li rûyê erdê Cihû nemînin. Hin kes komkujiya Ermeniyan jî wekî nîjadkujî dinirxînin. Di komkujiya Helebceyê de armanc tunekirina bajarek bi giştî ye. Hin kes dibêjin Saddam Huseyîn nîjadkujiya kurdan plan kiriye lê biserneketiye. Ya Saddam kiriye komkujî maye. Tevkujî di wateya komkujiyên biçûk de ye.

Hin kes siyaseta pişavtin û înkarkirina kurdan a Tirkiyeyê jî wekî "nîjadkujiyek plankirî ya demdirêjî" binav dikin. Tirkiyeyê li dijî kurdan gelek komkujî pêk anîne lê di nîjadkujiya kurdan de biserneketiye.

Bi hatine Naziyan ve[biguherîne]

Bi hatina ser desthilatê ya Naziyan ve, di nava salên 1933 - 1945ê de li seranser Ewropayê gelê Cihû hatine berhevkirin. Nazî wekî dijminê sereke ji xwe re Cihûyan dibînin. Ji ber ku gelê Cihû xwendî û dewlemend bû, ji ber ku Almanya di şerê cîhanê yê I. de têk çûbû û xizan ketibû, Naziyan bi zanebûn, ji bo gel bixapînin, bixin ser riya xwe, sedemê tevahiya xirabiyan gelê Cihû dan nîşandan.

Nasyonalsosyalîstan Cihû berhev kirin, li kampan cibandin, ew dane xebitandin, li ser wan ceribandinên dijmirovane kirin û di wargehên nîjadkujiyê de birêkûpêk ji holê rakirin. Di nîjadkujiya Cihûyan de kêmzêde 6 milyon Cihû hatine tunekirin.

Di nîjadkujiyê de herwiha çîgan, bawermendên Şahîdên Yahowa, hevzayend, nexweşên psîkolojîk, kesên astengiyên wan ên jîriyê hebûn ûêd jî di kampan de hatine kujtin. Hin kes hejmara qurbaniyan wekî 17 milyon jî didin diyarkirin.

Tê gotin 100 hezar astengdar, 20 hezar almanên komûnîst û demokrat, 7 hezar hevzayend, 1.200 alîgirên Şahîdên Yahowa hatine qirkirin.

Nîjadkujî gav bi gav[biguherîne]

Adolf Hitler û sazûmaniya Naziyan sala 1933 dest bi plana xwe ya tunekirina Cihûyan dikin. Berê peywirdarî, paye, xwedîtiyên Cihûyan tên betalkirin. Gava duyemîn destdana ser milkê wan e. Dest didin ser dewlemendiya wan û li seranser Ewropayê Cihûyan berhev dikin, wan di kampan de dicivînin.

Li kampan bi hovane tên xebitan û dawiyê de jî wan dikujin. Kujtin di odeyên gazê, firûnan de pêk tê. Yan jî wan bi rêbazên din dikujin. Ango gava dawî jiholêrakirina Cihûyan bû.

15'ê rezberê 1935 hikûmeta Hitler (Zagonên Nürnbergê]] dertînin. Bi van zagonan "kesên ku ne ji gelên Arî (Aryan) ne, marîbûn (zewac) bi wan re tê qedexekirin". Qewmên din wekî "mirovên nizm, mirovên kêmnirx" tên binavkirin.

Partiya Naziyan NSDAP sala 1938 di şeva 9-10ê sermawezê de bi navê Şeva krîstalî tevçalakiyek lidardixin, kenîşte, dikan û xaniyên Cihûyan dişewitînin. Gelê Cihû dikujin û mirandin. Bi van çalakiyan reaksiyonên almanan û cîhanê dihatin pîvandin, testkirin.

Auschwitz I

Xaça Dawid[biguherîne]

Hikûmeta Almanyayê ya wê demê di 9'ê kewçêrê 1941ê de li Cihûyan dike ferz ku xaça Dawid bi xwe ve bikin, daku ew li kolanan bi hêsanî bên naskirin ku Cihû ne. Deh roj şûnde bazirganî bi Cihûyan re tê qedexekirin. Li seranser Almanyayê nêçîra Cihûyan destpê dike.

Baregehên mirinê[biguherîne]

Deriyê pêşî yê kampa mirinê, Arbeit macht frei ango Xebat azad dike
Hin ji girtiyên hatine azadkirin Gulan 5, 1945

Yekemîn kampa mirinê sala 1933 li Dachauyê tê amadekirin. Li vir almanên demokrat hatin berhevkirin û kujtin.

Dîmenek ji Krematorîûma II. li Birkenau

.

Dîmenek ji baregeha mirinê ya Auschwitzê

Di heman demê de li kampan li ser mirovan ceribandinên curbecur dihatin kirin. Josef Mengele yek ji wan kesan bû ku li ser girtiyan ceribandinên dijmirovane dikir.

Dîmenek ji Auschwitz II (Birkenau)