Hormona geşê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hîpotalamus derdana hormona geşê rêk dixe

Hormona geşê an jî Hormona somatotropîn, ev hormon bi fermana hîpotalamusê, ji beşa hîpofîza pêş ve tê berhemkirin û derdan. Ji xaneyên derdanî yên hîpotalamusê Hormona Derpirandina Geşê an jî Hormona Westirînera Derpirandina Geşê: [Growth hormone-releasing hormone (GHRH) and growth hormone-inhibiting hormone (GHIH)] tên derdan. Li gor bandora van hormonên hîpotalamusê, hîpofîza pêş hormona geşê berhem dike an jî berhemkirina hormona geşê radiwestînê. Xaneyên somatotropîk hin ji xaneyên taybet ên hîpofîzê ne, ji ber ko ev xaneyan hormona geşê berhem dikin, navê din a hormona geşê, hormona somatotropîn e.

Pêkhate û erka hormona geşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hormona geşê, hormonek peptîdî ye, ji zincîrek 191 asîdên amînî pêk tê. Ev hormon ji bo geşbûna asayî ya zarokan pêwist e. Di nav xwînê de asta mêjera hormona geşê ji zaroktiyê heta baliqbûnê bi şeweyek ahengdar zêde dibe. Dema baliqbûnê mêjera hormonê digihîje asta herî bilind. Hormona geşê di xaneyên armanc de hem berhemkirina(duristkirina) proteînê han (teşwiq) dike, hem jî hilweşandina çewriyê(lîpîd) zêdetir dike. Bi vî awayê xaneyên laş ji bo geşbûna şaneyan enerjî bi dest dixin. Hormona geşê hema li ser hemû xane û şaneyên laş bibandor e, lê bandora wî ya li ser kezebê ji ya xaneyên din cudatir e. Bi hankirina hormona geşê, xaneyên kezebê hin proteînan berhem dikin van proteînan wek “Hokarên geşê ya hevşêweya însulîn” (insulin-like growth factors(IGF) bi nav dibe.[1] Eger di nav xwînê de bi têra xwe ji vî makromolekulê hebe, ev makromolekul wekî insulînê tevdigere. Hokara geşê ya hevşêweya însulîn hem qebareya xaneyan gir dike hem jî hêjmara xaneyan zêde dike. Li gel vî karê, bandor li ser mêjera glukoza xwînê jî dike mêjera glukoza xwînê dadixîne. Derdana hormona geşê û Hokarên geşê ya hevşêweya însulînê piştê baliqbûnê kêm dibe.

Bandora herî berbiçav a hormona geşê li ser geşbûna hestî û masûlkeyan e. Hormona geşê dema mirov di xewê de ye hê pirtir berhem dibe û tên derdan.

Kêm an jî zêde derdana hormona geşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kêm an jî zêde derdana hormona geşê dibe sedema nexweşiyê.

Eger heta dema baliqbûnê di laşê mirov de bi têra xwe hormona geşê berhem nebe, bejna mirov dirêj nabe û bejinkurtî(bejinbhostî) peyda dibe. Lê eger ev hormon dema zaroktiyê de zêde berhem bibe vê gavê mirov pir gir dibe, bi nexweşia gîgantîzmê dikeve û dibe mina hût. Hin caran di laşê mirovên gihîştî de dibe ko asta mêjera hormona geşê bilind bibe, vê gavê nexweşiya akromegalî li mirov çêdibe. Dest,poz,çene,guh û nig(pê)ên mirovên bi nexweşiya akromegaliyê gir dibe, lê beşên din en laşê wî di asta asayî de dimîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Encyclopædia Britannica, Growth hormone