Husnî Zeîm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Husnî Zeîm

Husnî Zeîm an jî Husniyê Zeîm (bi erebî: حسني الزعيم‎‎, lat. Husni al-Za'im; z. 1897 − m. 14.08.1949) leşker û siyasetvanekî sûrî bû.

Husnî Zeîm di malbateke kurd de jidayik bûye. Dema osmaniyan de fermandarê artêşên osmanî ye, piştê hilweşandina dewleta osmanî dikeve karûbarê fransiyan. Bi serxwebûna Sûriyê re ve ew dibe serkana giştî ya leşkerî yê artêşên komara ereb ya Sûriyê. Zeîm di sala 1948'an de bi Edîb Şîşeklî (Adib Shishakli) û Samî Hinawî (Sami al-Hinnawi) cûntakek çê dike û dest dide ser hikûmeta Şukrî Quwetlî (Shukri al-Quwetli) û bixwe dibe serokkomarê Sûriyê.

Husnî Zeîm çar mehan şûnva, piştê cûntaya Hinawî hate hepskirin û paşê jî îdam kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]