Immanuel Kant

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Immanuel Kant

Immanuel Kant (bixwîne Îmanuêl Kant; z. 22'ê avrêlê 1724 li Königsberg − m. 12'ê reşemiyê 1804 dîsa li Königsbergê) firmesunekî (filozof) alman bû. Ew yek ji kartêkertirîn û bibandortirîn hizirvanên Ewrûpayî û dawîntirîn feylesûfê rewşenhizriyê (ronakbîriyê) e. Kant mîna bavê Felsefa Rexneyî tê qebûlkirin.

Jînenîgar[biguherîne]

Destpêka Jiyanê[biguherîne]

Li bajarê Prûsyaya rojhilat Königsbergê (Kaliningrad) ji dayik bû û heta dawiya jiyana xwe li vî bajarî ma. Xusla Te'mîd Immanuelî bi navê Emmanuelî hat kirin, lê wî, paştir dema zimanê îbrî hînbûye, navê xwe guhart û kir Immanuel. Ew zaroyî çarê ji neh zaroyên malabatê bû (pênc ji wan hêşta zaro mirin). Wî piranî ya jiyana xwe li bajêrê bûna xwe, ko li wî çaxî paytextê Prûsyayê bû, derbaz kir. Babê wî, Johann Georg Kant (1682-1746), sin'etkarekê (hostayekê) almanî yê xelkê Memelê (niha Klaipeda a Lîtwanyayê e) bû. Dayîka wî, Anna Regina Porter (1697-1737), keça kurtankerekî bû. Di zarotiya xwe da Immanuel xwîndinkarekê baş bû. Di malbateka luterî da mezin bû ko bawerî bi xwe terxankirina jibo dînî, xwe-şkandin û zahidiyê û vexwîndina peyvaneya Kitêba Pîroz hebû. Ji ber hindê, Immanuel bi awayekî rijd hat perwerdekirin-xwedî tertîb, hişik- ko li zimanê latînî û rênumayiyên dînî pirtir ji riyaziyat û zanistî rêz digirt. Paştir, Immanurl behsa wê heyamê bi heyameka nexweş dikit.

Gava li zanîngehê xwendekar bû çend salan ders da xwendekaran. Gava xwendekar bû di bin bandora Leibniz û Woolf de ma. Di sala 1755'an de piştî ku bû doçent li zanîngehê dersên curbecur ên Zaniyariya Civatê da. Kant di destpêkê de di mijara fîzîk û astronomiyê de nivîsand. Di sala 1755'an de berhema xwe ya bi navê "Dîroka Gerdûniya Xwezayî û Teoriya Buhiştan" nivisand. Di sala 1770'an de bu serokê kursiya Mantiq û Metafîzîkê. Piştî 1770'an bi bandora Hume û Rousseau felsefa xwe ya rexneyî pêşve bir.

Berhemên wî[biguherîne]

  • Kritik der reinen Vernunft, 1781
  • Prolegomena zu einer jeden künftigen Metaphysik, 1783
  • Grundlegung zur Metaphysik der Sitten, 1785
  • Kritik der praktischen Vernunft, 1788
  • Kritik der Urteilkraft, 1790
  • Religion innerhalb der Grenzen der bloßen Vernunft, 1793
  • Metaphysik der Sitten, 1797

Girêdanên derve[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)