Johannes Georg Bednorz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Johannes Georg Bednorz (2009)

Johannes Georg Bednorz (* 16'ê gulanê 1950 li Neuenkirchen a parêzgeha Steinfurt) fîzîknasê Alman e. Sala 1987 Xelata Nobel a fîzîkê digire.

Jiyan[biguherîne]

Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî ya bi navê Martinum li Emsdettenê, sala 1968ê bo xwendina kîmyayê xwe li zanîngeha bi navê Westfälischen Wilhelms-Universität a li Münsterê ye qeyd dike. Serî de bisernakeve û xwe li beşa mîneralogiyê dinivîsîne. Doktoraya xwe li cem Prof. Wolfgang Hoffmann di warê krîstalografiyê de dide.

Havîna sala 1972 Bednorz bo cara yekemîn li IBM Zurich Research Laboratory a li Rüschlikon wekî xwendekarê havînê kar dike.

Sala 1982 li IBM dest bi kar dike û ji sala 1983 ve jî dest bi lêkolînan dike. Bi giranî li ser fîzîka energiyên mezin radiweste ku ev xebatên wî jê re Xelata Nobelê tîne.