John Stuart Mill

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
John Stuart Mill (1865)

John Stuart Mill (z. 20'ê gulana 1806 li Pentonville, London − m. 8'ê gulana 1873 li Avignon, Fransa), fîlozofeki ku bi eslê xwe îngilîzî bû. Lêkolînên wî li ser bandora aboriyê li hizirkirinê bûn. Bi taybetî, li ser civaknasa lîberal lêkola. Hizrên wê, ji aliyê ramyarî û rewistê (exlaqê) ve kartêkirina wan bû. Navê bavê wî James Mill bû.

Felsefeya wî, wek beşa di xate empîrîzmê de bûya. Bi taybetî, di xate David Hume de bûye. Bandora hizrên "ûtîlîtarîzmê" ku ji Jeremy Bentham jî li ser wî bûye. Ku bi nêzîkatiya olî, li civakê û aborîya teybet lêkola. Pirtûka wî ya bi navê "The Principles of Political Economy" (1848) de, weke pirtûka wî ya ku xwediyê nêzîkatiya wî ya bingihîn bû di wan waran de. Ev hizrên wî û bi taybetî ev pirtûka wî bixwe jî, weke pirtûka dibistanê ya ji fahmkirinê jî hatiye nasîn.

Li ser azadî û rewşa jinan jî sekiniye. Bi taybetî, hizrên wî yên ku hatina ser ziman, temenê lîberalîzmê afirandina. Hin hizrên wî yên ku bi navê "tevgerên mirovan" re jî hatina nasîn.

Mill û lîberalîzm[biguherîne]

Kartêkirina wî lê û li pêşketina wê bûye. Bi taybetî, di vî warî de bandora mirovên weke John Locke û Charles Montesquieu li wî bixwe jî bûye. Bi perwerdehiyeka baş û akademîkî pêşketiye. Di vê temenê de, bi taybetî, wê keseyet û êzîdîtya keseyetiyê derxistiya li pêş[çavkanî pêwîst e].

Felsefeya wî[biguherîne]

Mill, jîr weke dîmeneyê dûyem ê aqil dihasiband. Li ser wê re hêst û biy (sans) jî weke rêyên ku mirov dikarê li ser wan re di jiyanê de k digihijê zanînê dihanî ser ziman. Ev rengê hizirkirinê, yê empîrîzmê ya û bi John Locke û David Hume re destpêka wê ya taybet hebûye. Mill bi taybetî, rewist derxist li pêş di nêzîkatiyên xwe de. Felsefe ûtîlîtarîzmê lêkola û li ser maf û azadiyê bi hev re sekinî. Ev gotin, ji aliyê felsefê ve hilda li dest.

Bandora felsefeya wî, di vê temenê de di pergale perwerde ya hemdem de xwe da nîşandin.

Di qada vacê û ankû ´mantiqê´ de ji ji ya hesan bi ber ya tevlihev û ji ya tevlihev ve bi ber ya hesan ve hizrên wî bûna. Mill xwestîya rêgezên vacê li qada civaknasiyê, sîyesetê û rewistê bide bikarhanîn. Bi vê yekê, li der deronîyê jî sekinî ya. Her mijare ku li ser sekinî aliyê wê yê deronî jî li ser sekinî ya. Di felsefe de, wî xwestîya ´şibandinê´ di temenê deronîyê de li qada zanînê jî bikarbêne. Ev rengê hizirkirinê ku şibandinê weke metodekê bi zanînê re hanîna wê ya li ser ziman, meteda ku Berkeley bikardihanî bû. Ji ber vê yekê, êdî gûman bûya ku bandûra Berkeley jî ji vî aliyê ve lê bûya. Berkeley, terkera dervî mirov red kiriya. Lê Mill, wê herî kiriya. Ji vê aliyê ve jî jev veqatîya na. Bi vê yekê, wî biy(sans)ên me, weke "ya manyînda, ku biyan bi derfet kirîya" derxistiya li pêş. Di rewistê de jî, fêdetî parastîya. Hêzkirin û ankû şahîbûn, weke armanca tevgerên mirov dîtîya.

Qadên din[biguherîne]

Li ser mijare jinê jî hizrên wî bûne. Li ser aborîya civaknasî sekiniye. Ji aliyê civaknasî ve li ser aboriyê sekinî. Dewlet û mirov, azadî û mirov çend ji wan mijarên ku wî ji aliyê felsefekî ve ku hildaya li dest. Li ser mafê mirov û azadiya mirov, sînorê maf û azadiya mirov sekiniye. Beşek ji van mijaran di pirtûka wî ya bi navê "On Liberty" tên ser ziman. Pirtûka bi navê "Autobiography" di dewam wê de, weke amûreka xwandinê ya pirr giring a di van waran de ku di derbare hizrên wî de.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]