Kanî Yilmaz
Kanî Yilmaz | |
---|---|
Jidayikbûn | 1950 |
Mirin | 11 sibat 2006 Iraq |
Cihê goristanê | Riha |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kanî Yilmaz (navê jidayikbûnê: Faysal Dunlayici; 1950 li Serê Kaniyê ya Rihayê - m. 11ê sibatê 2006 li Silêmanî) rayedarekî payebilind ê Partiya Karkerên Kurdistanê bû û paşê jî muxalifekî rêxistinê bû. Kanî Yilmaz endamê destpêkê yê PKKê bû. Di derbeya leşkerî ya sala 1980an de li Tirkiyeyê hate girtin û duwanzdeh salan di Zîndana Amedê de ma.[1]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kanî Yilmaz çend salan li Ewropayê pêşengiya Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê kir, ku rêxistineke binesaziya PKKê ye. Di 26ê Cotmeha 1994an de li Brîtanyayê hat girtin û di sala 1997an de radestî Almanyayê hat kirin da ku rû bi rû bimîne. Bi giştî “55 talan û 59 êrişên şewitandinê li dijî konsolosxane, bank û dikanên tirkan pêk hatin”.[2] Di van erîşan de herî kêm kesek mir.[3] Di darizandina Düsseldorfê ya sala 1998an de ji ber şewata giran 7,5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bi biryarê - piştî nîvê maweya hepsê, bi girtina pêşwext - serbest hat berdan.
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2004an de ji PKK û Abdullah Öcalan veqetiya û Osman Öcalan re rêxistineke muxalefetê ya bi navê “Partiya Welatparêzên Kurdistanê” (PWD) ava kir. Piştî salekê Kanî Yilmaz di sûîqestekê de hat kuştin. Sebrî Torî (navê rastî Serdar Kaya) pê re jiyana xwe ji dest da. Berê jî di peyama Komîteya Jinûve Avakirina PKKê ya di 25’ê Tebaxa 2004an de li ser ekrana Roj TV hatibû xwendin, weke xayîn hatibû binavkirin. Civaka ji bo gelên metirsîdar texmîn dike ku PKK ev cînayet kiriye.[4] PWDyê got endamekî PKKê ku bombe di otomobîla Kanî Yilmaz de bi cih kiribû, derbasî nav rêxistinê bûye. Tê gotin ku kiryar ji cerdevaniya Murat Karayılan bûye.[5] Navê wî yê kod Nûman e. Malbatê ragihand ku Kanî Yilmaz berê jî ji aliyê PKKê ve gefên kuştinê xwariye.[6]
Jiyana taybet û tirb
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kanî Yilmaz salek beriya mirina xwe bi nivîskara îngilîz Sheri Laizer re zewicî. Kanî Yilmaz li Rihayê hat definkirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Kani Yilmaz". web.archive.org. 22 çiriya pêşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 çiriya pêşîn 2011. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Mascolo, Georg (28 îlon 1997). "Dringendes Bedürfnis". Der Spiegel (bi almanî). ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Blutige Schlachten". Der Spiegel (bi almanî). 30 tîrmeh 1995. ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Erklärung zum Mord an Kani Yilmaz". Gesellschaft für bedrohte Völker e.V. (GfbV) (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
- ^ Haber7. "Kani Yılmaz'ın katili açıklandı". Haber7 (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Dunlayıcı ailesi PKK'yı suçladı". Milliyet (bi tirkî). 24 sibat 2006. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.