Serê Kaniyê, Riha

Navçeya Serê Kaniyê
Ceylanpınar
Bajarê Serê Kaniyê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha
Serbajar Serê Kaniyê

Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 32 gund
Hejmara mezran 17 mezre

Gelhe (2009) 72.749[1] kes
Rûerd 2.003 km2
Berbelavî 36,32 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 44.626 kes
Koordînat 36°50′59″Bk 40°3′0″Rh / 36.84972°Bk 40.05000°Rh / 36.84972; 40.05000
Rûerd 89,9 km2
Bilindayî 365 m
Koda postayê 63570
Koda telefonê (+90) 414
Serê Kaniyê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Serê Kaniyê
Serê Kaniyê
Serê Kaniyê (Tirkiye)
Serê Kaniyê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Serê Kaniyê
Serê Kaniyê
Serê Kaniyê (Bakurê Kurdistanê)
Serê Kaniyê li ser nexşeya Riha nîşan dide
Serê Kaniyê
Serê Kaniyê
Serê Kaniyê (Riha)

Serê Kaniyê an Serêkaniyê (bi tirkî: Ceylanpınar), navçeyeke Rihayê li bakurê Kurdistanê ye.

Serê Kaniyê dikevê ser sînorê Sûriyê an jî başûr rojavayê Kurdistanê. Li bakurê Serê Kaniyê Wêranşar, li aliyê rojava navçeya Kaniya Xezalan, li rojhilata wê jî parêzgeha Mêrdînê û li başûr jî dewlata Surî ye. Navçe 142 km ji parêzgeha Rihayê dûre û erda wê 2.020 km 2 ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Diroka Serê Kaniyê vedigerê heya 5000 sala û li jora Mezra Botan hatiyê avakirin. Li navçe Asûrîyên, Hîtîtên, Ebasîyên, Bizansiyan, Selçûqîyên û Kurdên devlet avakirine. Di dema Asûrîyan de navçê ji dewleta Mirrî Mutanî'rı paytêxtî kiriye û navê vê paytêxtê Waşşûkanî ye. Ji bona ve peytextê re Vaşşugar, Waşşûkanî, başikani, Serêkanî jî hatîyê gotin. Li şopawan şaristabn gişî li telanîya cotgeha Serêkanîye û kepeza çuçîk û a mezin em karin hina jî bibînin. Xedyê Serêkanîye a dema dawi İbrahim Paşayi. Sêrekaniya binxetê di sala 2013 da de ket bin sêhetîye Kurdên. Li Sêrekanîya binxetê alâ Kurdê badidi.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya navçeya Serê Kaniyê

Mezin bun ya Serê Kaniyê 1.900.000 dekare û gor kordinate metoroloji 36-50 hevêrkên berahîye bakur, 39-55 qincoko rojhelate deyê. Bilindiya navçe 398 metro ye. Navçe 142 km ji Rihayê dûre. Li bakure Serê Kaniyê çiyaye Riha û li başûre we hudude Sûrî de çiyaye Abdulaziz heye.

Buhar li Serê Kaniyê
Toki Serê Kaniyê
Şev Serê Kaniyê
Serê Kaniyê aliye kepez
Serê Kaniyê Dibistana Toki
Parka Ciwanan

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bûharê baran baş dibarî. Deşta Sêrekaniyê bi beybûna dixemilî. Robara Circip bi çoşîk mezin diherikî. Bajêr û Girê Sêrekaniyê şindidi. Havînî ji germa laşe mirov dişewitî û baran nayê, çêle baran tê û sare.

Demografîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ligor serjimêra sala 2000'ê hejmara niştecihên bajêr 45.641 bû. Niştecihên herêmê 85 % wan Kurd in û 15 % Ereb in.

Siyaset[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina navçe a dema dawî dewletê betal kir û gelê navçê rabû ser piyan dewlet şermezar kirin. Li ser vê yekê hilbijartin çêbû ye İsmail Arslan disa hilbijartin qezenç kiri ye û rayê xwe zêde kiri ye. Lî navçe partiya Kurdê BDP'ê di hilbijartina de qezenç kiriye serokê şarêdariyê İsmail Arslan'ê Kurd e. Hilbijartina 2009'a ji BDP qezenç kiri ye.

Abori[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelê navçê jîyana xwe bi çandinî û bi xwedî kirina heywana didomînin. Li navçe cotgehîk pir mezin ji heye û gelê navçe li ve cotgehe karker ye dikin. Li navçê nîsk, pembo, nok, genim, fistixê entabê, kenevir tê çandin.

Xezalê Serê Kaniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wan xezala nave xwe dani Serêkaniyê û bi Tirkî nave navçe bu ye Ceylanpınar. Berê xezale Serêkaniyê dihatin ber qanîya Xabûrê û ji Xabûrê av vedixwarin. Xabûr ji bo gi bîr vebûn ava we mıçıkî ye. Ji bo gi xezalen Serêkaniyê piçûk bûyî hatinî parastin. Niha 1500 xezalê Serêkaniyê heye. Xezalên navçe jî bo gi pir bûnû te firotin ji.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çirokê Sêrekaniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiroka Paşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û Bergeran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di rojîye de ev mebest te gotin:

Îro bi dilhebûnim,

sibe bi rojîme.

rojîya meha remezanê

sermi ferzi digrim ji xwederê

xwedê qebûl bikê

Ji bo fitrê ji ev mebest te gotin:

Ev fitrame

tev xêrate serême

bedêla xêr û gunehême

rast û derewemi rojî û mejîme

ez didim vi belengazî

xwedê qebûl bikê

Peykersazî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gundê Axirtoş peykervanî tê ava kirin. Li vî gundî peykervanê Musa Cengiz bi peykervanî dixebite û peykerên xwe dişîne derve (Ewropa).

Cil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şelvar: devla pantor tê li xe qirin.

Dêrî (Pêşmal ango bervank): wekî nîv etekî ye. Rengê wê diguhere. Li hev qurmiçandiye û bi piştanekê li dora navtengê tê girêdan. Lê hertim 2 dêrî bi hev re li berdibin. Yek wek bervank (pêşmal) û yek jî wek nîv eteke (paşmal) tê liberkirin. Her du jî, ji yek cawî(qumaş) tên çêkirin.

Yêleg (Surt, Sixme, Êleg): ji du parçeyan pêk tê. Rengê pêşiyê û rengê estar heye. Estar her tim ji hevrîşim çêdibe. Ew li gorî temenê jinê tê guhartin, jinên ciwan rengên vekirî û gulgulî bi kar tînin, lê yên temen mezin rengên girtî li ber dikin.

Qutik (Kutik): ji qumaşên yêlegan ê giran tê çêkirin. Ew ji êleg dirêjtir û girantir e. Ji her du aliyan jî tê berkirin. Ango aliyên xwe yên bervajî nîn e.

Şala Kurmancî: ji qumaşekî buha ye. Ji rîs tê çêkirin. Qalind û germe, zivistanê diavêjin ser pişta xwe. 2-3 reng tê de cih digirin, hin caran jî tên bi rengekî ye

Govende li Serê Kaniyê tên lîstin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lorke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peşye bi nigê rast du gav tê avêtin dûvre nigê çep ji wê ji dûvre nigê rast tê avêtin pî tê avêtin ser mila. Govendik zû û tevlîhev tê lîstin.

Delilo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Govend bı nıge rast despe dıkı. Govendgêr sê gav davejı dûvre nıge çep davejı peşye. Veger bı nıge çep despe dıkı sê gav pışdı te avetın û pozisyana peşye ten sıtendın û wılo berdewam dıkı.

Şêrızdin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bablekan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dûz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîstike zaroken Serê Kaniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heft tok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi heft kevra te listin. Divê gi van heft kevira ji nêve her du tiliya di derbas biki. Êgı van heft kevra derbas biki lîstike qezenç dıkı.

Guzike jıkesti[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bı du lîstikvana te listin. Hundure cerge lîstikvanık kewırık datinı. Lîstikvane dı ji ew kevırehan jı cerge duxazı gı derxı.Dı çareke dı dernexıst dıbı dora listikvanedı. Gı lîstikvane peşye dı carke dı kevır derxıst. Listikvane ebe kevır duxazı gı texı cerge u listikvane peşye nahelı gı texı cerge. Durı revık despedıkı gi listıkvan ev kevre han karıbı texı cerge listikvane dı dıbı ebe.

Lîstika xar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîstikvanık xara xwe datini erde. Lîstikvane dı ji nîşan dıgrı u duxwazı gı lı xare xı. Gı lı xare xıst ev xarahan dı bı awi.

Vîzîk (Deleme)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bı 3-4 lîstikvana te listın. 3-4 heval ebekık dı neqinın û delemawi datinin erde. Listikvan nîşan li delama erde dıkrın û li delema erde dıxın. Gava li delema erde dixin divê gı delama wan bigerı. Gı delama wan negeri dibin ebe

Gundê navçê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Gundên Serê Kaniyê

32 gund û 17 mezrayê navçeya Serê Kaniyê hene. Li navçê gundê bê kareba (ceryan) tunene û li hemû gunda telefon heye.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]