Kanala Suweyşê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kanala Suweyş

Kanala Suweyş (قناة السويس, Qanat es-Suweyş) kanalaka çêkiriya navbera Derya Navîn û Derya Sor de ye. Kanala Suweyş 163 km dirêjahiya, derê herî teng jî 300 m. firehiya xwe heye û Bûr said(Port Said) û bi Sûweyşê ve digîhîne hev.

Kanal ji aliya Compagnie Universelle du Canal de Suez, ango Pardariya Suweyş, hat çêkirin. Kanal di 16'ê sermawezê 1869an de hat vekirin.

Dîrok[biguherîne]

Kanalakê navberê Derya Navîn û Derya Sor de ji berê de dihat plan kirin. Di 14. sedsala b.z. Sethos I. û Ramses II. kanalaka Nil de heta Gola Timsah, ji Gola Timsah de jî heta Derya Sor çêkirin. Ew kanala ji bo xopandinê, an jî ji bo pir teng bû, paşê qir bû. Di 7. sedsala b.z. Necho II. xwest ku Kanalaka Nil de heta Derya Sor çêka. Lê gorî gotinên Herodot di avahîyayê Kanalê de 120.000 mirov mir û nikanî kanalê temam bike. Li paş Necho II. re Darîûs I. ew kanala temam kir. Ptolemî(285 b.z.) jî xebata Darîûs I. hîn rind kir.

Dema Kleopatra VII. û Roman de kanal wek berê ne bi qêmet(biha) bû.

Dema Ereban Misir dest xwe xwist şinda Amr, cîhangirê Misir, dema Xelife Hz. Omer de, kanal Qehîre de heta Derya Sor çêkir. Sedsalake din şinda, kanal carî din bêerk bû.

Daxwazê çêkirinê kanalakê li ser Nîvgirava Sîna Çaxa Navîn de jî dewam kir. Wekok Venedîkan di 1504 bi Împaratoriya Osmanî re ji bo Kanalakê nevbarê Derya Navîn û Derya Sor de çêkin nivîsand.

Gottfried Wilhelm Leibniz jî li ser çêkirinê kanalê di 1671an de ji Ludwig XIV. re nivîsand.

Kengê Napoléon Bonaparte çû Misirê 1798an de xwest ko kanalakê çêke. Paş Endazeyar Gratien Lepère got ku Derya Sorê li Derya Navîn 10 m. bilindtirê şinde Napoleon ji çêkirinê kanalê vegeriya.

Di 1843an de Metternich xwest ku Mehmet Ali Paşa re kanalê çêka jî wî bala xwe nade ye.

Ferdinand de Lesseps

1854an de Ferdinand de Lesseps bi destekê serkowezîr Muhammed Said re dest bi xebatê çêkirinê kanalê kir. Di 1856an de jî Compagnie universelle du canal maritime de Suez hat saz kirin. Ew destpêk de 52% Fransî û 44% jî dest Misir de bû. Serokê Pardarîye Lesseps bû. Pardariyê mafên kanalê heta 99 salan standin. 99 salan şinda jî kanal dikir ya Misirê be.

Di 25'ê adarê 1859an de li Bûr Saidê ava kirina kanalê hat destpêkirin.

1,5 milon mirov di ava kirina Kanalê de şixûlîn. 125.000 mirov di ava kirinê de ji bo Kolera mir. Di 18'ê adarê 1869an de Derya Navîn gehîşta Gola Bitter, di 17'ê sermawezê 1869an de jî kanal hat vekirin. Kanalê di binî de 22 m, di ser de 58 m fireh bûn, 8 m . jî kûr bûna xwe he bû. Kanal bi 19.000.000 Pound Sterlin mal bû.

Krizên Li ser Kanalê[biguherîne]

Keştiya di kanalê de li Port Said ê di 1880

Di 1875an de Britanya para Misirê stand û kargeriya de jî par dest xwe xwist.

29'ê kewçerê 1888an de Kanala Suweyş navçeykê bealî hat danezanîn û ji bo keştiyên navnetewî hat vekirin.

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Cîhanê yê duyem de Brîtanya kanal sehêt(kontrol) kir.

Di 1936 kargeriya kanalê dest Compagnie universelle du canal maritime de Suez û dest Brîtanya de ma.

Di 1956an de Qrîza Suweyş derket. Nassir 26'ê tîrmehê de kanal wek ya Misirê, ango netewî, dazanîn û para %44an Brîtanya dest stand. Li ser wê ve 29'ê kewçerê de Brîtanya, Fransa û Îsrail êrîşa Misirê kirin. Nassir 40 keştiyan wê demê di kanalê de binav kirin. Nîvgirava Sîna hat vegirtin. Di 1957an de bi serwerî ya Lester Pearson, wezîrê karûbarên derveya Kanada, de krîz hat ji hev derxwistin. Kanal 1957an de bi ewleyî UN şinda hat vekirin. 1967an de dema Şerê Şeş Rojan de Misir carî din hat girtin. Kanal heta 1975 girtî ma.

Danen Kanalê Îroj[biguherîne]

Dirêjahiya Kanalê 190,25 km. ye. Li bakur kanalê li ser 345, li bin jî 215 m firehe. Li başûr kanalê jî li ser 280 m, li bin jî 195 fireh bûna xwe heye. Kûr bûna Kanalê 22,5 m. ye.

Kanal Bakur li Bûr Saidê dest pê dike, heta Îsmaîlîa 78,5 km, Îsmaîlîa de heta Port Tevfik 83,750 km,

Serdaba Ahmed-Hamdi[biguherîne]

Di 1980an vir de serdabakê(tûnel) suweyş û Qehire bi hev gehî ne. Ew 1704 m direjahî û 42 m kûr bûna xwe heye.

Bibîne[biguherîne]

Koordînat[biguherîne]

Giredanê Web[biguherîne]