Daryûsê Mezin
Daryûs I, ango Daryûsê Yekê, an jî Daryûsê Mezin (wekî Daryûş û Dara jî tê zanîn; bi farisî: داریوش, Dâriyûsh; farsiya kevin: Derayawauš; bi yewnanî: Dareios; bi latînî: Darius) (549 b.z.– nêzî 485 b.z.), yek ji şahên împeratoriya farisên Hexamenişî bû. Ew lawê Vîştapa (yewnanî: Hystaspes), bavê Xeşeyerşa bû û navbera 521 b.z. de heta dor 485 b.z. şahitî kirî bû.
Di dema Daryûs I de li împeratoriyê gelek serîhildan der ketin. Dema wî de Babîl du caran, sê caran, Elaman sê caran, Îyonya li hembera karger serîhildan. Ji bo wan serîhildanan jî Împeratorî lawaz bû û Daryûs I li hembera Yewnana kevin di Cenga Maraton de bin ket. Lê dîsa jî wî Împeratorî li Qafqasya, Pontus û Ermenistan belav kir û bi Saka û Turaniyan re ceng kirin. Di wan cengan de wî dest bi nerîtên nûyên wek dan dana leşkeran û wan antrenman kirin, kirin.
Daryûs I di dema xwe de împeratorî organîze kir û gorî Satrap ango herêman karger kir. Gorî Herodot wî împeratorî parva 20 satrapan kirî bû û ew satrapan ji aliya satrapan dihat karger kirin û wek otonom bi navenda împeratorî ve girêde bû.
[biguherîne] Avakirinên wî
Daryûş di dema xwe de paytexta împeratoriyê Persepolis çêkir. Li ber wî dema Kûruş de Pesargad paytexta împaratorî bû û paş wî persapolis ava kir re kargera xwe bira wir. Li persapolis bêtir wî navbera Sûweyş û Nîl de kanaleke bo keştiyan kola. Dîsa gorî tabletên Persapolisê wî navbera Susa (bajerekî îroj li Xûzistanê) û Sardis (îroj nêzi Manisayê) rêyeke keyî çêkiribû.
[biguherîne] Girêdanên derve