Karî
| Arum maculatum | ||||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Lords and Ladies (Arum maculatum) is a common arum in British woodlands
|
||||||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||||
|
||||||||||||||||
| Navê zanistî yê latînî | ||||||||||||||||
| Arum maculatum L. |
Karî, kardî, kardû (bi latînî: Arum maculatum) giyayek bi jehr e. Binkê wê wek patata ye, pelên wê keskê tarî, kulîlkên wê sor û binevşî ne. Di nêrkawê de fêqîyek wek morîkên sor çêdibe. Bejna wê 25- 50 cm bilind dibe. Di gelek dermanan de, tê bikaranîn. Xav (nekelandî) nayê xwarin. Lê ku hişk bû, an jî hat kelandin jehra wê namîne. Di nav savar, birinc û xwarinên dew de tê xebitandin.
Madeyên têde: akolîde, aronîn, konisîn, sponîn, nişadir (nişasta), madeyên bi dohn (rûn) û şîrêz (zemq)
Naverok |
Kêrhatî [biguherîne]
Agir kêm dike (dixe), xwuhdanê derdixe, laş (beden) rehet dike, rehên (jîy- damar ) laş hişyar dike (dibizivîne).
Bikaranîn [biguherîne]
Jibo bawesîr, kuxik, ta, kevir û xîz (qûm) ên nava kîskê mîzê û gulçîsk (gurçik) an, jibo tirşbûn û êşa mexde û mêlakê (cerg, kezeb), jibo qebizbûnê û nexweşiyên psîkolojîk, depresyon û bêtebetbûnê (sinir), derman jê tên çêkirin.
Xwe bi xwe bikaranîn [biguherîne]
Ji reha wê bi qasî libek genimok (garisê stenbolî, garisê misrî, gilgil, genimşamî) tê herişandin û bi tasek avê re tê vexwarin. An jî, bi kevçiyek şîranî rehên wê bê qutan (herşandin) di nav 300 gr ava sar de 8 saetan bê sekinan din. Paşê bê parzinandin. Rojê sê caran piştî xwarinê fincanek qehwê jê bê vexwarin. An jî, ji wê reha herişandî danin ser cihên êşa mexde, rûvîkan û cihên peçiftî (werimî). An jî, ji wê reha herişandî 1/10 îspîrto tev bikin û li cihê bawî û qûnêrê xin.
Lê divê ji qirarê (dozajê) zêdetir neyê xebitandin! Ku hat xebitandin wê bibe sedemê mexdeborînê, vereşandin, gêjbûn, serêş û navhinavçûyînê (virikbûnê).