Kendava Farsê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kendava Farisî hat beralîkirin)
Nexşeya Kendava Farsê

Kendava Farsê (bi farisî خلیج فارس, Khalîf-e Fars; bi înglîzî Persian Gulf) dirêjbûneka Deryaya Omanê ye û dikevit navbera Nîvgirava Erebistanê û Îranê. Rûberê wê 233.000 kîlometreyên çargoşe ne. Ji aliyê rojhilatê bi rêya Tengava Hurmiz digehit deryaya Omanê û Okyanûsa Hindî. Li aliyê rojava digehit dêlta ya rûbarê Ervendrod anko Ervendrûd ko ji bihevgehiştina rûbarên Dîcle, Firat û Karûn pêk dihêt.

Tevaya beravên bakurî ya Kendava Farsê welatê Îranê ye. Welatên Îraq, Kuweyt, Behreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Oman û Erebistana Siûdî hevsiyên Kendavê ne.

Cihnasî (erdnîgarî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji nîv milyon salan berî niha û vir da ev kendav li ser baniya Îranê peyda bûye. Ev kendav di pêşda ji niha mezintir bû lê ji ber guhartinên erdzanistî gehaye rewşa niha ya xwe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]