Kendava fars

Ji Wîkîpediya

Kendawa fars

Kendava Fars (bi Farsî خلیج فارس, bi Inglîzî Persian Gulf) dirêjbûneka Derya Omanê ye û dikevit navbera Nîvgirava Erebîstanê û Îranê. Rûberê wê 233,000 kîlometrên çarca ne. Ji Alîyê rojhilatê bi rêya Tengava Hormuz digehit Deryaya Ommanê û Okyanûsa Hindê. Li alîyê rojava digehit dêlta ya rûbarê ervendrod anko Ervendrûd ko ji bihevgehiştina rûbarên Dicle, Firat û Karûn pêkdihêt.

Tevaya beravên bakurî ya Kendava Fars Welatê Îranê ye. Welatên Îraq, Kuwêt, Bahreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Oman û Erebistana Siûdî hevsîyên Kendavê ne.


Civata navneteweyî hêşta ev xwesteka Ereban nepejirandîye.

[biguherîne] Cihnasî (Erdnîgarî)

Ji nîv milyon salan berî niha û virda ev kendav li ser baniya Îranê peyda bûye. Ev kendav di pêşda ji niha mezintir bû lê ji ber guhartinên erdzanistî gehaye rewşa niha ya xwe.