Ketelonya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ketelan hat beralîkirin)
Catalunya (ca)
Catalonha (oc)
Cataluña (es)
Ketelonya
Ala Ketelonyayê Nîşana Ketelonyayê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Els Segadors
Zimanên fermî Ketelanî, spanî û aranî (oksîtanî)


Paytext Barselona
41°23′Bk 2°11′Rh / 41.383°Bk 2.183°Rh / 41.383; 2.183
Bajarê mezin Barselona
Sîstema siyasî Herêma otonom a Spanyayê
 - Serok Pere Aragonès (2021)
Rûerd
 - Giştî

32.114 km2
Gelhe
 - Giştî (20019)
 - Berbelavî

7.619.494 kes
218,73 kes/km2
Serxwebûn *801 wîlayeta Barselona
  • 988 Serxwebûna wîlayetên ketelanî ji imperatoriya Karolîngî
  • 1137 Yekîtiya bi Aragonê
  • 1283 Makezagonên ketelanî
  • 1714 Cenga welîahtan a texteya Spanyayê di navbera malbata Habsburg û malbata Bûrbon de, dorandina serxwebûna ketelanan
  • 1932 Statuya Otonom a yekem 09/09/1932
  • 1979 Statuya Otonom a duyem 18/12/1979
  • 2006 Statuya Otonom a sêyem 09/08/2006 (ya ku hîna di sala 2010an de ji aliyê Dadgeha qanûna bingehîn a Spanyayê ve nehate pejirandin).
  • 2017 Referandûma xelkê ketelan 01/10/2017 û tundiya polîsên spanyol li dijî dengderan û pişt re proseya dadweriya spanyol li dijî tevgera ji bo serxwebûna Ketelonyayê û zîndankirina çalakvan û siyasetmedaran
Dirav Euro EUR
Nîşana înternetê .cat
Koda telefonê +34 97-
+34 93 (Barselona)

Ketelonya[1] yan jî Katalonya (bi ketelanî: Catalunya, bi aranî Catalonha, bi spanî: Cataluña, bi fransî: Catalogne), welatek û civakeke xweser e ku li perava bakurê rojhilatê Spanyayê ye, ku ji hêla statûya xweser ve wekî neteweyek tê destnîşankirin.

Ketelonya ji çar parêzgehên Barselona, ​​Girona, Lleida, û Tarragona pêk tê. Paytext û bajarê herî mezin Barselona ye.

Ew ji hêla bakurê Fransa (Oksîtanya) û Andorra re sînordar e, ji rojhilat ve Deryaya Navîn, û ji civakên xweser ên Spanyayê ji rojavayî Aragon û başûr bi Valensiya re. Zimanên fermî ketelanî, spanî û aranî ne.

Nasnameya gelê ketelan ne spanyol, ne fransî, ne îtalî jî ye. Lê belê, Dadgeha qanûna bingehîn a Spanyayê ketelan mîna gelekî naxwaze pejirandin û Statuya Otonom a Ketelonyayê ya sala 2006 dixwaze biguherîne.

Prensîbê Ketelonyayê di 1608an de li Antwerpê, Belçîka ji aliyê Jan Baptist Vrients ve hate çapkirin

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 988 Serxwebûna wîlayetên ketelanî ji Împeratoriya Karolîngî
  • 1137 Yekîtiya bi Aragonê
  • 1283 Makezagonên ketelanî
  • 1714 Cenga welîahtan a texteya Spanyayê di navbera malbata Habsburg û malbata Bûrbon de, dorandina serxwebûna ketelanan
  • 1932 Statuya Otonom a yekem 09/09/1932
  • 1979 Statuya Otonom a duyem 18/12/1979
  • 2006 Statuya Otonom a sêyem 09/08/2006 (ya ku hîna di sala 2010an de ji aliyê Dadgeha qanûna bingehîn a Spanyayê ve nehate pejirandin).
  • 2017 Referandûma xelkê ketelan 01/10/2017 û tundiya polîsên spanyol li dijî dengderan û pişt re proseya dadweriya spanyol li dijî tevgera ji bo serxwebûna Ketelonyayê û zîndankirina çalakvan û siyasetmedaran

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ketelonya li bakur rojhilatê nîvgirava Îberî ye. Rûerda wê 31 950 km² û di sala 2006 de jimara niştecihan digehe 7 milyon kesî. Li hawîrdorê herêma ketelonî, parêzgehên xweser ên Valensiya û Aragon, welatên Fransa û Andorra û Deryaya Navîn in.

Çar herêmên Ketelonyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ketelonya ji çar herêman pêk tê: Barselona, Girona, Lleida û Tarragona.

Bajarên herî mezin li Ketelonyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarên Mezin ên Ketelonyayê: Barselona, Badalona û l'Hospitalet de Llobregat in.

Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê Ketelonyayê ketelanî ye, lê ji xeynî ketelanî, spanî û zimanê aranî li Ketelonyayê fermî ne. Spanî jî zimanê fermî yê hemû Spanyayê ye.

Madeya 6ê ya sêyem Statuyên Xweseriya Ketalonyayê yên ku li sala 2006an hatine erêkirin wesa dibêje: "Zimanê Ketelonyayê ketelanî ye. Ketelanî li Ketelonyayê zimanê fermî ye. Zimanê kastîlî jî fermî ye, wek zimanê fermî li hemû dewleta Spanî. Herkesî maf û erka zanîna her du zimanan hene." Madeya 6ê berdewam dibe: "Zimanê okzîtanî, yê binavê aranî zimanê niwala Aranê ye û li Ketelonyayê fermî ye."

Ketelanî, (bi ketelanî: català, wekî "ketelá" bixwîne) zimanekî romanî ji koma hind û ewropî ye. Zimanê ketelanî ji aliyê 9 milyon kesan ve li Ketelonyayê, li herêma otonom Valensiya, li giravên Balear, li Andorrayê (li Andorrayê zimanê fermî tenê ketelanî ye, lê li vir bi fransî û spanî jî dipeyivin), li Roussillon, û li Alghero jî tê peyvîn. Zimanê ketelanî ji zimanê latînî tê. Ji sedsala XV han û vêde ew di bin bandora spanî ango kastîlî de maye. Her çiqas ev ziman biser spanî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her wiha). Gerek mirov wî wek zaravayekî spanî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye.

Li hember kastîlî (spanî) a ku bû zimanê fermî yê dewleta spanî, ketelan bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn û li hember spanî sekinîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma ketelanan daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina diktatorê Franco re hat cih. Parlamena spanî di sala 2004an de ev daxwaz li komisiyona ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi ketelanî dipeyivin (zêdeyî maltayî û estonî).

Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên ketelanî ji 95% in (ji 95% hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem keteloniya rojhilat e ku li Barselona, li Girona (bixwîne: Jîrone), li giravên Balear (Illes Balears) û li Roussillon (bi ketelanî: Rosselló, bixwîne: Ruselyo) tê axaftin. Yê diyêm jî keteloniya rojava ye e ku li bakur rojava, li Lleida (bixwîne: Lyêyde) û Valensiya tê axaftin.

Xwendewariya zimanê ketelanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî serjimêriya zimanî ya sala 2001ê de, li dor 5.900.000 kesên li Ketelonyayê (95% ji akinciyên herêmê) zimanê ketelanî têdigihên. Ji sediya mirovên ku dizanin bi ketalonî bipeyivin, bixwînin û binivîsin ev in:

Zanîna zimanê ketelanî (nifûs: 6.215.281)
Zanîna Kes Ji sedî
Têgihînê 5.872.202 94,5%
Axaftinê 4.630.640 74,5%
Xwendinê 4.621.404 74,4%
Nivîsînê 3.093.223 49,8%
 

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muzîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stranvanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Edeb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destpêka wêjeya bi zimanê ketelanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bizava Vejandina edebî li Ketelonyayê bi navê Renaixença [Reneşênse][biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    • Helbest:
      • Bonaventura Carles Aribau [Bûneventûre Karles Erîbaw] (1798-1862)
      • Jacint Verdaguer [Jesîn Berdegê] (1845-1902)
    • Çîrok:
      • Narcís Oller [Nersîs Ûlyê] (1846-1930)
    • Şano:

Edeba ketelanî berî destpêka şerê birakuj (1936)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    • Helbest:
      • Joan Maragall [Jwan Meregaly] (1860-1911)
      • Eugeni d'Ors [Ewjênî Dors] (1882-1954)
      • Josep Carner [Jûzêp Kernê] (1884-1970)
      • Carles Riba [Karles Rîbe] (1893-1959)
      • Joan Salvat-Papasseit [Jwan Selvat-Pepesêyt] (1894-1924)
      • J.V. Foix [Jote Vê Foş] (1894-1987)
    • Pexşan:
      • Joaquim Ruyra [Jwekîm Rûyre] (1858-1939)
      • Josep Maria de Sagarra [Jûzêp Meriye de Segarre] (1894-1961)
      • Joan Puig i Ferreter [Jwan Pûç î Ferretê] (1882-1956)
      • Miquel Llor [Mikêl Lyo] (1894-1966)
      • Llorenç Villalonga [Lyûrêns Bilyelonge] (1897-1980)
      • Sebastià Juan Arbó [Sebestiya Xûan Erbo] (1902-1984)

Edeba ketelanî piştî şerê birakuj (1939) û li sirgûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    • Helbest:
      • Salvador Espriu [Selvedo Esprîw] (1913-1985)
      • Joan Oliver / Pere Quart [Jwan Ôlivê - Pêre Kwar] (1899-1986)
      • Joan Brossa [Jwan Brose] (1919-1998)
      • Gabriel Ferrater [Gebriyêl Ferretê] (1922-1972)
      • Miquel Martí i Pol [Mikêl Mertî î Pol] (1929-2003)
      • Pere Gimferrer [Pêre Jimferrê] (1945)
      • Maria-Mercè Marçal [Mariye-Mersê Mersal] (1952-1998)
    • Pexşan:
      • Mercè Rodoreda [Mersê Rûdûrêde] (1909-1983)
      • Pere Calders [Pêre Keldês] (1912-1994)
      • Josep Pla [Jûzêp Pla] (1897-1981)
      • Montserrat Roig [Monserrat Roç] (1946-1991)
      • Terenci Moix [Terênsî Moş] (1943-2003)
      • Quim Monzó [Kîm Mûnzo] (1952)
      • Miquel de Palol [Mikêl de Pelol] (1953)
      • Jesús Moncada [Jezûs Mûnkade] (1941-2006)
      • Carme Riera [Karme Riyêre] (1948)

Wênesazî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heykeltiraşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Julio González [Jûlî Gonsalês] (Barselona, 1876-Parîs, 1942)
  • Pau Gargallo [Paw Gergalyû] (1881-1936)

Avahîsazî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çend ketelonên navdar ên li cîhanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Hilbijartinên parlemana Îspanya birêve diçin". Rûdaw. 28 nîsan 2019. Roja gihiştinê 22 hezîran 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]