Kevirê germ

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kevirê germ yek ji leyîstikên (lîstik, yarîk, lehîstok) zarokên kurd e.

Ev leyîstik bi şevê tê leyîstin. Serî de zarok kevirekê germ dikin û vedişêrin. Leyîstikvan dibin du kom û bi hev re dikevin pêşbirkê. Kîjan kom berê kevirî bibîne, dora avêtinê digihe wê komê. Ev leyîstik sîstema hîskirinê ya zarokan bi pêş dixe. Pirranî li herêmên Tolhildanê (Meletî, Gurgum, Dîlok hwd.) tê leyîstin û li herêma Botan bi navê berikê gergermokî tê leyistin.