Dîlok

Ji Wîkîpediya

Antep
Gaziantep
Heye? Heye?
Ala bajêr Mertalê bajêr
Dûgel Kurdistan - Tirkiye
Parêzgeh Antep
Serbajar Dîlok
Rûerd 6.000 km²
Rûniştvan (2000) 1.293.849
Berbelavî kes/km²
Malper Malpera bajarvaniya Dîlokê [1]
Bajarê Dîlokê (Antep)
Parêzgeha Antepê
Parêzgeha Antepê

Dîlok (Gaziantep, Entap, Antep, Duluk) bajarekî bakurê Kurdistanê ye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Gelhe û navçeyên bajêr (1997)

Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) gorî statîstîkên fermî 1.237.594 e.

[biguherîne] Çiya

Li herêmê çiyayên bilind tunene. Çiyayê Sof yê herî bilind e (1.496 m) li herêmê. Çiyayê Duluk (1.250 m), Gureniz (1.069 m), Ganîbaba (1.100 m)

[biguherîne] Çem û gol

Çemê Reş ji Gola Reş dertê. Deşta Îslahiyê bi ava Çemê Reş tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi Çemê Reş re dibe yek û xwe valadikin Gola Amikê. Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Duluk û Sam dertê. Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye. Çem şaxek çemê Firatê ye.

Hesin, krom, fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pirin ku li herêmê ji bin erdê dertên.

[biguherîne] Babetên heywanan

Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, keroshk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.

[biguherîne] Ol û civak

Mislimantî li herêmê xurt e. Henefîtî û elevîtî mezheban teşkîl dikin. Li herêmê ciyên ziyaret û turbeyan jî hene. Hinek ciyên ziyaretan ev in: Şurahbil bin Hesen (Kilîs), Şêx Mansûr û Duluk Baba. Civaka herêmê ji kurd, tirk û ereban pêk tê

[biguherîne] Xwarinên herêmê

Herêm ji alî kultura xwarinê pir dewlemend e.

Şorba şêrîn: birinc bi avê tê kelandin û piştre bi dims (doşab) re hinek din tê kelandin û tê serwîs kirin.

Şiveydiz: goşt bi nokan re di beroşê de tê kelandin. Pîvaz û sîrên hurkirî dikeve navê û heta nerm bibe tê kelandin. Piştre hêkek dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Rûnê sorkirî û nane bi ser tê reşandin û tê xwarin.

Kutilkên dagirtî beqlewe kebab babaqenûç. Babetên boregan û patatêsên dagirtî hinek ji xwarênên herêmê ne.

[biguherîne] Cil û bergên herêmê

Jinên herêmê şalwarekî ku jê re dibêjin Çintiyan li xwe dikin. Bi ser şalwar de çakêtekî milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin Fermane li xwe dikin. Entarî yên wan ji sê etegan pêk tê. Li pişta xwe kefiyeke sîm an jî qedîfe girêdidin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyekê girêdidin, didin serê xwe. Jinên gundî çarşefek ku jê re dibêjin meshele didin serê xwe. Kesên çarşefa reş jî li xwe dikin hene.

Zilam şalwar li xwe dikin. Li ser şalwar jî "Eba" li xwe dikin. Bi ser ebayê de jî çakêtekî ku jê re dibêjin sako li xwe dikin. Li serê xwe jî kefiyên kesk dipêçin. Lapşîn û qondere pêlavên herêmê yên zilaman e.

[biguherîne] Nav û kronolojiya bajar

Navê bajêr yê kevn Dolike (Doliçe). Piştre ji alî ereban ve navê "ayntab" li bajêr hatiye danîn. Navê bajêr ji alî tirkan ve jî sala 1928 an de wek "Gazîantap" hatiye guhertin.

[biguherîne] Kronolojî

Berî Îsa(zayîn)

  • 1200 -600 Dema Hîtîtiyan
  • 539 - 331 Dema Persan
  • 331 - 323 Dema Mekodoniyan
  • 69 Hukumdariya Kommegene

Pishtî Îsa (zayîn)

  • 72 - 395 Dema Romayiyan
  • 395 - 628 Dema Sasaniyan
  • 636 Dema Ereban
  • 1077 Dema Selçûkiyan
  • 1098 Dema Xaçliyan
  • 1517 Dema Osmaniyan

[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê

Bajar ji alî shînahî û Daristanan ve feqîr e. Lê ji alî tarîx ve pir dewlemend e. Kela Entabê, kela Tilbashar û Revanda ji alî gel û turîstan ve tên ziyaret kirin. Li herêmê mizgeftên kevn jî pirin: Şirvanî, Tekke û Tahtanî hinek ji wan in.


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Banê | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîre | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hesîçe | Hewlêr | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meletî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo



 
Bajarên Komara Tirkiyê
Nexşeya bajarên Komara Tirkiyê

Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Enqere | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bidlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | Stenbol | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dêrsîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce