Kilora siyaleyê
Xuyakirin
Kilora siyaleyê, kilora ducaniyan cureyeke kilorê ji pelhevîrk (şikeva) û siyaleyê ye. Li Serhed, Dêrsimê kêm, li herêma Soran zêde bê xwarin jî, pirraniya herêmên Kurdistanê kilorên wiha dixwin.
Berkelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Nîv kg pelên siyaleyê (espenax)
- 250 gr goştê kişandî
- 1 serî pîvaz
- 6 pelhevîrk (şikeva)
- 100 gr rûnê tîr, margarîn
- 2 stekan (qedeh) şîr
- 1 zerika hêkê
- 1 fîncan rûnê ron
- 2 kevçî ard (arvan)
- Îsota reş
- Xwê (solin)
Amadekirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Pîvazan ziravane hûr bikin, di nava quşxaneyê de heya zerayî pê ket (di nava rûnê ron de) biqijilînin. Paşê goştê xwe jî bixinê û biqelînin.
- Siyaleyê hûr hûr, hûr bikin berdin quşxaneyê heya nerm bûn biqelînin. Xwê û îsota reş pê werbikin.
- Siyale nerm bûn, 2 kevçî ardê xwe tevdin û pê bidin xwarin, daku dema pijiya nezeliqin. Tevahiya pelhevîrkan bikin du qet. Rûnê heliyayî û şîr li rûyê wan bidin. Ji siyaleyê raxin ser. Gorî dilê xwe mezin an biçûk wan wekî loxê bipêçin. Bo her pelhevîrkê viya dubare bikin.
- Zerika hêkê ya xav li ruyê pelhevîrkên xwe bidin. Bavêjin argûnê û heya sor bû bipijînin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifreyê).
Ev gotara têkildarî xwarinekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |