Leni Riefenstahl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Leni Riefenstahl
Navê rastî
Helene Bertha Amalie
Jidayikbûn
Helene Bertha Amalie Riefenstahl
Salên çalak1925–2002
Dê û bav
  • Alfred (bav)
  • Bertha (dê)
MalbatHeinz (bira)
MalperMalpera fermî
biguhêreBelge

Helene Bertha Amalie "Leni" Riefenstahl (z. 22ê tebaxa 1902 li Berlîn - m. 8ê îlona 2003 li Pöcking, Elmanya), reqsvan, derhêner û wênekêşeke elmanî bû.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Riefenstahl di 22ê tebaxa 1902 li Berlînê wek keça tucarê bi navê Alfred Riefenstahl û jina wî Bertha tê dinyayê. Ji 1918an û pêde, piştî qedandina dibistanê, ew li lîseya Kollmorgen a akademiya hunerê ya li Berlînê kursên wênesaziyê distîne. Ji bilî vê, ew dest bi perwerdehiya dansê dike û li ba danskerê solo yê rûsî hînî balet û dansa nûjên dibe. Di sala 1920an de ew wek danskereke serkeftî tevlî tûrên li Elmanya, Çekoslovakya û Swîsreyê dibe, lê di sala 1925an de di çarçoveya şaneyeke de li Pragê dikeve xwarê û dev ji danskirina profesyonel berdide. Di sala 1926an de Arnold Fanck, derhênerekî elman, dixwaze bila ew di fîlmeke wî de bilîze û bi vî havî Riefenstahl digel fîlma Der heilige Berg (Çiyayê pîroz) dest bi kariyera xwe ya lîstinê dike. Di heman demê de xwe hînî fîlm kişandin û derhêneriyê dike. Pênc sal bi şûnde ew şîrketa xwe ya fîlman bi navê Leni Riefenstahl Studio Film dadimezirîne. Fîlma wê ya ewil di sala 1932an de bi navê Das blaue Licht (Çiraya şîn) derdikeve û Riefenstahl him derhêneriya wê kiriye him jî wek lîstikvan rola sereke lîstiye.

Film di çarçoveya Fîlmfestîvala Venedîgê de medalyaya zîv bidest dixe. Herwiha, fîlm li Elmanyayê jî rastî gelek ecibandinan tê û bala Adolf Hitler dikişîne ser xwe. Bi vî havî, di gulana 1932an de hevdîtinek di nava Hitler û Riefenstahlê pêk tê ku dibe sedema hevaltiyeke gelek xurt. Piştî serkeftina nasyonalsosyalîstan Hitler di 14ê hezîrana 1933an de dixwaze bila Riefenstahl fîlmek derheqê mîtînga Reichspartei (Reichsparteitag) a li Nürnbergê bikişîne.

Riefenstahl û Hitler, di sala 1934an de

Fîlma wê ya propagandayê ya bi navê Sieg des Glaubens (Serkeftina baweriyê) wek belgefîlmeke estetîk xwe-nimandina partiya karker a elman ya nasyonalsosyalîst NSDAP dike mijar.

Riefenstahl piştî demekê digel hunermendê esmangeriyê Ernst Udet tevlî gereke Grînlendayê dibe û li wir fîlma bi navê SOS Eisberg dikişîne.

Riefenstahl bi ekîba xwe di roja partiya NSDAPê de li Nürnbergê, di sala 1934an de

Di sala 1934an de Riefenstahl fîlma bi navê Triumpf des Willens (Serkeftina daxwazê) dikişîne ku salvegera partiya NSDAPê dike mijar, navê şîrketa wê wek Reichstagsfilm tê guhertin û bi vî havî bi awayekî fermî dibe enstrûmana propagandayê ya naziyan. Ji bo çêkirina fîlmê qasî 16 komên kamerayê tên ber hev kirin û ji 100 zêdetir karker tevlî xebatên fîlmê dibin. Ji qasî 60 saetên ku hatine kişandin yek ji fîlmên propagandayê yên herî bibandor ê dîrokê tê amade kirin. Saya mîhengên taybet ên kamerayê nasyonalsosyalîstên desthilat dikevin nava atmosfereke mîstîk û dibin xwediyê xuyabûneke pîrozmend. Ala û sembolên siyasî yên naziyan wek bi alîkariya efektên çira û muzîkê pêşde dikevin. Ev fîlma Riefenstahl bi xelata elman ya fîlmê û me medalyaya zêrîn a Venedîgê hat xelat kirin.

Gava di sala 1936an de Lîstikên Olîmpîk li Berlinê pêk tên, komîteya rêxistinê daxwaz ji Riefenstahl dikin ku bila ew fîlmeke propagandîstîk li ser lîstikan bikişîne. Fîlm bi zehmetiyeke mezin tê kişandin, xebatên amadekirina fîlmê bi tevahî 18 meh diajon û jê du fîlmên cuda tên derxistin. Riefenstahl hewl dide di wan fîlman de dîsîplînên sporê bi pîrozkirina xortbûn, hêz û hêjayiya mirov bi awayekî hunerî bilind bike.

Di sala 1937an de fîlma propagandayê Triumph des Willens li pêşangeha cîhanî ya Parîsê bi xelata mezin a navneteweyî tê xelatkirin.

Di 20ê nîsana 1938an de her du fîlmên olîmpiyayê Fest der Völker (Mihrîcana gelan, beşa yekem) û Fest der Schönheit (Mihrîcana hêjayiyê, beşa duyem) ji bo rojbûna Hitler cara ewil ji raya giştî re têne pêşkêşkirin. Riefenstahl, ji ber derhêneriya her du fîlman rastî rêzgirtina raya navneteweyî tê. Ewqas ku fîlm li fîlmfestivala Venedîgê xelata yekem werdigire, û Riefenstahl bi xwe di sala 1939an de ji aliyê Komîteya Navneteweyî ya Olîmpîk ve bi madalyaya zêrîn tê xelatkirin.

Di nava 1940 û 1941ê de ji bo amadekirina fîlma Tiefland 60 sîntî û roma wek karker tên bikaranîn. Bi destpêkirina duyem şerê cîhanî û pirsgirêkên tenduristiyê heya sawiya ser nikare fîlmên nû amade bike.

Di 21ê adara 1944an de Riefenstahl bi Peter Jacob re dizweice û Hitler wan wek mêvan pêşwazî dike. Lê zewaca wan tenê sê salan diajo. Di sala 1948an de Komîteya Navneteweyî ya Olîmpiyayê dîplomaya olîmpîk dide Riefenstahlê.

Piştî şer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî şer ji ber çalakiyên wê yên propagandayê bo rejîma NS gelek doz li wê tên vekirin. Her çiqas fîlma 'Tiefland' di sala 1954an de biqede û têleve sînemayan jî, bisernakeve. Dûre ew heya 1971an tenê çend projeyên xwe yên destpêkirî dikare biqedîne. Projeya xwe ya fîlmê ya derbarê qralîça Amazonê Penthesilea jî ti car nagihêje qedandina xwe.

Ji ber karên wê yên sewa rejîma nasyonalsosyalîstan ji aliyê raya giştî ve gelek tê rexnekirin.

Ji bilî karên derhêneriyê Riefenstahl derbasî wênekêşiyê jî dibe. Di sala 1972an de Riefenstahl ji bo lîstikên Olîmpiyadê li Munchenê wek wênekêşa fermî kar dike.

Di çarçoveya gerên dirêj ên li Efrîqayê ji sala 1973an û pêde ew demeke dirêj di nav gelê Nuba (gelê resên ê sûdanî) de derbas dike. Ew xwe hînî zimanê wan dike û li ser gelek seriyên wêneyî kar dike û ew wêne bi navê 'Die Nuba' (Gelê Nuba) tên çapkirin. Riefenstahl ji ber ev xebatên xwe yên wênekêşiyê rastî eleqeyeke mezin a navneteweyî tê.

Di sala 1976an de ew mêvana taybet a IOCê ya bo lîstikên olîmpiyadê ya li Montreal e û ji aliyê Art-Directors-Club a Elmanyayê bi madalyayeke zêrîn tê xelatkirin. Di heman salê de pirtûka wê ya wêneyan bi navê 'Die Nuba von Kau' (Nubayên Kauyê) tê çapkirin. Wêneyên wê yên derbarê gelê Nuba di sala 1980an de dibin mijara pêşangehekê û li Tokyoyê bi serkeftineke mezin tên pêşkêşkirin.

Di sala 1987an de ew memuarên xwe (memoires) çap dike: tê de tîne ziman ku hevkariya wê digej rejîma nasyonalsosyalîstan tine bû û wê tenê ji aliyê hunerî ve fîlmên xwe amade kiriye.

Di salên 1992 û 1993an de fîlmek derheqê kurtejiyana wê bi navê 'Die Macht der Bilder' - û bi alîkariya derhêneriya wê - tê amadekirin. Fîlm ewqas rastî eleqeya raya giştî dibe ku li Elmanya bi 'Emmy Award' tê xelatkirin û di Museum of Modern Art a New Yorkê tê nîşandan.

Çar sal bişunde kurtejiyana wê dibe mijara dikê û wek koreografiyeke cuda tê pêşkêşkirin.

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Leni Riefenstahl di 8ê îlonê 2003an de bi 101 saliya xwe li Pöckingê jiyana xwe jidest dide.

Xebatên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên ku tê de wek lîstikvan çalak bû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên ku tê de derhêneriyê kir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên wê yên wênesaziyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Leni Riefenstahl li mêvandariya leşkerên elman li Polonyaya dagirketî, sal 1939)
  • Kampf in Schnee und Eis (Leipzig, 1933)
  • Hinter den Kulissen des Reichsparteitags-Films[1] (München, 1935)
  • Schönheit im olympischen Kampf (Berlin, 1937)
  • Die Nuba (München, 1973)
  • Die Nuba von Kau (München, 1976)
  • Korallengärten (München, 1978)
  • Mein Afrika (München, 1982)
  • Memoiren (München, 1987)
  • Wunder unter Wasser (München, 1990)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]