Lobiyo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lobiyo

Lobiyo, mjave lobio (bi gurcî: ლობიო) xwarineke neteweyî ya gruciyan e, ji loviyê (lowî, fasûlî) tê çêkirin. Di rojiyê de pirr tê xwarin.

Loviyên sor di nava avê de tên nermijîkirin. Di nava şoravkê (ava bi xwêyê) de tê kelandin. Kelandina wê divê di keysê de bê kelandin. Du caran ava wê were guhertin jî dibe, gelek wisa dikin. Pirr zêde jî nekelînin.

Lovî keliyan, pîvaza hûrkirî, gijnîj (şemujek, latînî coriandrum sativum), bexdenûs, îsota dirêj a tûj (çarlîston), xwê, filfilê (îsota reş a biharatî) û sîra kutayî (hin kes nakutin, hûrdikin) tevlî dikin, dikelînin. Helbet bêî kakilê gûzê jî nabe, gûza mehitandî (an pişirandî) jê dikeve navê.

Dawiyê de penîrê Dîxorê (bi gurcî: Suluguni), helîse (pure), sosa mîrabel a gurciyan tkemalî tê tevkirin. Divê berkeliya (melzeme) xwarinê, gorî kelpêhatina xwe û li binikên servîsê de gorî dora xwe bê tevkirin. Aşpêjên hosta baş dizanin.

Di dîz (dîz, dîzik) de bê kelandin û di binikên xwarinê yên dîzil de bê serviskirin tehma wê tê parastin. Gurcî jî di pîrozbahiyên xwe de wisa dikin. Dema kelînê darxûn (devanga quşxaneyê) bên girtin baş e. Berê xwarin li ser agirê daran dikelandin.

Hin kes loviyên kesk bikartînîn, hêk û hêlizê (pîjinda) jî tevlî dikin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]