Mîrîtîya Mezin a Lîtvanya

Ji Wîkîpediya

Mîrîtî di sedsala panzdemîn de
Mîrîtî di sedsala panzdemîn de
Mîrîtîya Mezin a Lîtvanya bi Komara Lîtvanî-Polonî re  1635
Mîrîtîya Mezin a Lîtvanya bi Komara Lîtvanî-Polonî re 1635

Mîrîtîya Mezin a Lîtvanya (lîtvanî: Lietuvos Didžioji Kunigaikštystė, lîtvaniya berê: Didi Kunigiste Letuvos, îngilîzî: Grand Duchy of Lithuania, latînî: Magnus Ducatus Lituaniæ, polonî: Wielkie Księstwo Litewskie, rûsî: Великое Княжество Литовское) dewleteke rojhilatî û navrastî ya Ewropa ku ji sedsala dozdemîn/sêzdemîn ta sedsala hijdemîn berdewam bûye. Ji alîyê Lîtvanîyan ve hatîye damezrandin. Di sedsala panzdemîn gihişte mezintirîn tixûbên xwe û wê demê dewleta herî mezin ya Ewropa bû. Navê 'Mîrîtîya Mezin' di dawîya keyîtîya Gedîmînas de hat binavkirin. Di dema kurê Gedîmînas, Algîrdas de mîrîtî bêhtir fireh bû, ji dema desthilatdarîya hemû keyan ku mîrîtî di bin destê wan de bû. Piştî desthilatdarîya Algîrdas, Jogaila rûpeleke nû di dîroka Lîtvanîyan de vekir bi Yekbûyîna Kreva (1386). Bi vê yekbûyîne Keyîtîya Polonya û mîrîtî bûn dewleteke hevbeş. Bi vê yekîtîyê di bin desthilatîya qral/key Vytautas de dewlet di Şerê Grunwald'ê de biserket. Lê piştî mirina Vytautas nakokî di navbera her du gelan de derket û jev veqetîn. Di sala 1569 de careke dî her du gel bûn yek (Komara Lîtvanî-Polonî) bi Yekbûyîna Lublînê. Di vê federasyonê de Lîtvanî xwedî zagon, artêş û gencîneya xwe bi xwe bûn. Di maweya federasyonê de Mîrîtîya Lîtvanî tevlî gelek şeran bû. Bo mînak Şerê Lîvonî, Şerê Bakurî û yên din. Ev federasyon di sala 1795'a de ji alîyê împaratorîya Rûsan, Prûsya û Avûstûrya ve hate hilweşandin.