Zimanê lîtvanî
|
||||
|---|---|---|---|---|
| Welat | Lîtvanya, Polonya, Belarûs, Estonya | |||
| Hêrem an navçe | — | |||
| Hejmara zimanaxêvan | Nêzîkî 4 milyon kes | |||
| Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de | — | |||
| Alfabe | — | |||
| Dabeşandina malbata ziman | ||||
| Hînd û Ewropî (Dabeşandina zimanî li gorî SIL)
|
||||
| Rewşa fermî û kodên ziman | ||||
| Zimanê fermî ye li | Lîtvanya; YE | |||
| Bi rêxistin | Commission of the Lithuanian Language[1] | |||
| ISO 639-1 | lt | |||
| ISO 639-2 | lit | |||
| ISO/DIS 639-3 |
lit | |||
| SIL | Occitan | |||
| Bibînin : ziman, listeya zimanan, koda rengan | ||||
Lîtvanî (lietuvių kalba) zimanê fermî yê Lîtvanya û Yekîtiya Ewropa ye. Li Lîtvanya nêzîkî 3 milyon kesên ku zimanê wan yê zikmakî Lîtvanî ye dijîn û nêzîkî 170.000 kes jî li derveyî welat dijîn. Lîtvanî zimanekî Baltikî ye ku zor nêzîkî Letonî ye ;lê dîsa jî nikarin ji hev fam bikin.Bi Alfabeya latînî tê nivîsandin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
Zimanê Lîtvanî hê şeweyê xwe yê ku ji zimanmalbata Hînd û Ewropî tê diparêze. Bo vê yekê Lîtvanî bo lêkolînerên ku li ser zimanên Hînd û Ewropî lêkolînan dikin gelek girîng e. Nivîsarên herî kevnare yên bi Lîtvanî Wirda Yezdan û Slava Ferişteh(eng. hail mary)'in ku di navbera salên 1503-1525'a de hatine nivîsandin.Lîtvaniya Wêjeyî ji hin aliyan ve ji Lîtvanî di veqetê.Mînak; qertafên ku di ênine dawiya peyvan dirêjtirin.Ev şêwe heta sala 1650 di dome.Di sala 1864'a de zimanê Lîtvanî ji aliyê Mikhail Muravyov ku fermandarê Lîtvanya yê hikûmeta Rûsya bû ve hat qedexe kirin.Lê dîsa jî çapbûna pirtûkên Lîtvanî li DYE û Prûsyaya Rojhilatî berdewam kir.Di salên 1800'î de sê zaravayên serekên yên Lîtvanî hebûn;li derdora Deryaya Baltik Zaravayê Jêrîn ê Lîtvanî, di zimanê helbestê de Zaravayê Rojhilatî yê Lîtvanî û li tixûbê Prûsyaya Rojhilatî Zaravayê Rojavayî yê Lîtvanî di hat axaftin. Zimanê niha yê wêjeyî ji aliyê Jonas Jablonskis (1860-1930) ve bi 32 tîpan hat standart kirin ku ev ji zaravayê rojavayî yê Lîtvanî ve pêk te. Lîtvanî yek ji du zimanên Baltikî ye ku li ser dinê tê axaftin.Yê din jî Letonî ye. Prûsiya Kevn:Zimanekî baltikî yê ku di demên nêz de di hat axaftin ;lê di sedsala 19'a de hat ji bîr kirin.
[biguherîne] Belavbûna Herêmî
Lîtvanî di serî li Lîtvanya, dû re li welatên mîna DYE, Estonya, Arjantîn, Kanada, Ûrûgûay, îzlanda, Danîmarka, Brezîlya, Fransa, Rûsya, Norwêc, îrlanda, Awustralya, îngilîstan nêzîkî 4,000,000 kes vî zimanî di peyivin.
[biguherîne] Rewşa Fermî
Lîtvanî zarê dewleta Lîtvanya û zimanekî fermî yê Yekîtiya Ewropa ye.
[biguherîne] Zarava
Zarê Lîtvanî xwedî du zaravayan(tarmės) e ku ewan ; Aukštaičių (Okstatî:Li jor Lîtvanya tê axaftin) û Žemaičių/Žemaitiu (Samogetî:li jêr Lîtvanya tê axaftin) ye. Li nexşê binêre [2].Cudahiyên mezin di navbera Lîtvaniya standart û zaravayê Samogetî/Samogitian de heye.Zaravayên Samogetî ya nûjen di bin bandora zimanê Kurenî (eng.Curonian language) di sedsala sêzdemîn-şanzdemîn de gihîştîye rewşa niha. Her du zarava xwedî sê devokane.Samogetî tê dabeşîn mîna Rojava,Bakur,Başûr ;Okstatî jî mîna Rojava (Suvalkiečiai), Başûr(Dzūkai) û Rojhilat hatine dabeşîn. Lîtvanî ya standart ji Okstatiya Rojavayî û zaravayekî Lîtvanyaya Biçûk pêk tê. Bandora zaravayên din di derbara peyvan de xwe dide nîşan.
[biguherîne] Alfabe
A Ą B C Č D E Ę Ė F G H I Į Y J K L M N O P R S Š T U Ų Ū V Z Ž
a ą b c č d e ę ė f g h i į y j k l m n o p r s š t u ų ū v z ž
[biguherîne] Rêziman
Zimanê Lîtvanî di nava zimanên Hînd û Ewropî de xwedî dewlemendiyên xwerûye.Mîna Kurdî hebûna nêr û mê di nava xwe de diparêze.Bi piranî peyvên nêr di dawiyê de bi tîpa -s û yên mê jî bi -(i)a an jî -ė xelas dibin.Lê belê Lîtvanî jî mîna Kurdî ne xwedî ristek standarte.Ji ber ku gelek ciyawaz tên bikaranîn.Peyvên nêtarî di Lîtvanî de tune ne belam hin bêje xwedî herdu zayenda jî ne.Ev peyv bi piranî bêjeyên di derbara mirovan de û yên ku bi tîpa -a xelas dibinin.Mînak ;elgeta kesê parskirinê dike,naktibalda - kesê naraze. Di dema bikaranîne de peyv bi gelek şêweyên cuda tên hemberî me.Di Lîtvanî de bêje tekane an jî pirane hene.Lê hin peyv cot in jî di vê dabaşê de.Hin peyvên tekane; pienas- şîr ,laimė -şadî ; yên pirane ;miltai - ard , kelnės - şal .Peyvên di zimanê Lîtvanî de ji wayên li jêr pêk tên :
1.Navdêr (Daiktavardis)
2.Rengdêr (Būdvardis)
3.Lêker (Veiksmažodis)
4.Hejmarkî (Skaitvardis)
5.Cînav (Įvardis)
6.Hoker (Prieveiksmis)
7.Bireser (Dalelytė)
8.Daçek (Prielinksnis)
9.Yekbûn (Jungtukas)
10.Baneşan (Jaustukas)
11.Peyvên dengvedan (Ištiktukas)
[biguherîne] Çend Lêkerên Belavkerbûyî
Ajotin/Siwarbûn :Joti
- Štai jis grakščiai joja ant asilo. :Li kerê pi baş siwar dibe.
- Mes dar nejojome ant arklio! :Em hê li hesp siwarnebûn!
- Įsivaizduok! Mano tėvas jos kupranugariu! : Bi fikre! Bavê min wê li hêştirekê siwarbe!
Bûyîn : Būti
- Jis yra mokytojas. : Ew mamosteyeke.
- Mes jau buvome filme. :Em ji xwe li wî fîlmî bûn.
- Kaip čia bus? :Ma wê çawa li vir be?
Cûtin/mijîn : Čiulpti
- Vaikas čiulpia saldainį. :Zarok şekirekî di cûwe.
- Vampyras čiulpė kraują. : Duh vampîr xwîn di mijt.
- Ar vampyrai mums čiulps kraują? :Ma vampîran wê xwîna me mijin?
Kirin : Daryti
- Ką darai? :Çi dike?
- Vakar jie darė skrybėles. :Duh şewqe çêdikirin.
- Ar jūs darysite man valgyti? :Ma te ji min re tiştnên xwarinê çêke?
Ketin :Griūti
- Kai jis girtas, jis visąlaik griūna ant grindų. :Dema serxweşe hertim dikeve.
- Deja, pastatas sugriuvo. :Mixabin xanî hilweşî.
- Negi griūsi? :Ma wê ji dil keve?
Beşdarbûn/tevlîbûn :Dalyvauti
- Vyrai dalyvauja rinkimuose. :Zilam tevlî hilbijartinê dibin.
- Ar jūs dalyvavote vakarėlyje? : Ma tu beşdarî partiyê bûyî?
- Ar jūs dalyvausite mūsų pietuose? : Ma te tevlî şîva me be?
Tirsîn : Bijoti
- Kodėl jo bijai? Ma tu çima ji wî ditirse?
- Vaikystėje aš bijojau kaimyno. :Hinga ez zarok bûm ji cîran xwe ditirsam.
- Tikiuosi, manęs niekas nebijos. :Ez hêvîdikim tukes ji min natirse.
Xapandin : Apgauti
- Jis visuomet tave apgauna. :Ew (nêr) te hertim di hapîne.
- Kodėl apgavai tą berniuką? :Ma te çima ew (nêr) xapand?
- Rytoj ji manęs neapgaus. :Ewê (mê) nikaribe min sibe bi xapîne.
Strîn/Strandin :Dainuoti
Tevlîbûn : Dalyvauti
Ketin : Griūti
Ceribandin :Pabandyti
Domandin :Tęsti
xwarin :Valgyti
Vexwarin/Noşîn :Gerti
razan/raketin :Miegoti, Užmigti
darîkirin/temaşe kirin:Sekti, Stebėti, Žiūrėti, Budėti, Tykoti, Laukti
Şûştin :Nusiprausti
Meşîn :Eiti pasivaikščioti(derketine meşê)
Pêjandin/Kelandin :Virti, Kepti
Dîtin :Matyti, Žiūrėti, Stebėti
Guhdarkirin :Klausyti
[biguherîne] Peyvên Sereke Bo Axaftine
Sveikas! Sveika! : Slav!
Labas! : Merheba!
Labas rytas! Labą rytą! : Roj baş! Beyanî baş!
Labas vakaras! Labą vakarą! : Êvar baş!
Laba diena! Labą dieną! : Roj baş!
Sveiki atvykę! : Bi xêr hatin!
Kaip kelionė? Kaip sekėsi kelionėje? : Rêwîtiya we çawa derbasbû?
Kaip sekasi? : Çawayî? /Çonî? /Çawanî?
Ačiū, gerai. : Spas,başim.
Prašau, Prašom, Nėra už ką. : Spas xweş
Puikiai. :Zor başe/gelek rinde/pir başe.
Viso gero! Viso labo! : Bimîne di xweşiyê de! Bi xatirê te!
Iki ryt(ojaus)! : Heta sibe!
Labos nakties! Labanakt! : Şev baş!
Perduokite saviškiams linkėjimų. : Slavên min yên baştirîn li malbata xwe ke.
Atleisk, Atsiprašau, Dovanok : Bibore!
Prašau, Prašom, Prašyčiau :Ji kerema xwere!
[biguherîne] Gencîneya Peyvan
[biguherîne] Pîşe/Kar/Şixul
| Studentas | Xwendekar/Qutabî |
| medžiotojas | Nêçîrvan |
| Sekretorė | Sekreter |
| Padavėjas | Garson |
| Inžinierius, Mechanikas, Mašinistas | Endazyar |
| Aktorius | Niyarvan/Weyno/Aktor/lîstikvan |
| Artistė, Aktorė | Niyarvan/Weynê/Aktrîs/lîstikvan |
| Daktarė | Bijîşk/Tixtor |
| Žurnalistė | Rojnamevan |
| Daininikė | Stranbêj |
| Mokytojas | Mamoste |
| Dailininkė | Wênesaz |
| Sportininkas | Werzîşkar |
| Lakūnas | Pîlot |
| Auklė, Slaugytoja | Hevşîre |
| Advokatas, Teisininkas | Parêzer |
| Valdininkas, Klerkas | Karmend |
| Mokslininkas | Zanyar |
| Policininkas | polîs (Mêr) |
| Policininkė | polîs (jin) |
| Namų šeimininkė, Neseseras | Kebanî/Kevanî |
[biguherîne] Hin Peyv
Kitik/Pisîk : Katė
Mal/Xanî : Namas
Biha/nirx : Kaina
Dara berûyê : Ąžuolas
Qaz : Žąsis
Zilam/Mêr : Vyras
Jin/Pîrek : Moteris
Kur/Law : Berniukas
Keç/Dot : Mergaitė
Lê/Belam : Bet
Şekir : Cukrus
Li vir : Čia
Kevneşopî : Tradicija
Bikarhêner : Naudotojas
Derî : Durys
Du derî : Dvejos Durys
Niha/êsta : Dabar
Ji ber ku/Çimkî : Nes
Qeşa/Cemed : Ledas
Gol : Ežeras
Winda : Pasimetęs
Roj : Saulę , Saulė
Wênekêşî : Fotografija
Xew : Miegas
Bext : Likimas
Piropind : Voras
Penîr : Sūris
Al : Vėliava
Kesk/Hêşîn : Žalias
Germ : Karštas
Sar/Cemidî : Šaltas
Ev : Šitas
Kêzik : Vabzdys
Cejna Zayînê : Kalėdos (bi piranî "sersal") , Noelas
Dara cejna zayînê : Kalėdų eglutė
Gora Cejna zayînê : Kalėdų savaitė
Diyariya Cejna zayînê : Kalėdų dovanos
[biguherîne] Jimare/Hejmar : (Skaičius, Kiekis)
Sifir : Nulis
Yek : Vienas
Du : Du
Sê : Trys
Çar : Keturi
Pênc : Penki
Şeş : Šeši
Heft : Septyni
Heşt : Aštuoni
Neh : Devyni
Deh : Dešimt
Yanzdeh : Vienuolika
Dozdeh : Dvylika
Sêzdeh : Trylika
Çardeh : Keturiolika
Panzdeh : Penkiolika
Şazdeh : Šešiolika
Hivdeh : Septyniolika
Hijdeh : Aštuoniolika
Nozdeh : Devyniolika
Bîst : Dvidešimt
Bîst û yek : Dvidešimt vienas (dvidešimt vieneri)
Sî/Sih : Trisdešimt
Çil : Keturiasdešimt
Pêncî : Penkiasdešimt
Şêst : Šešiasdešimt
Heftê : Septyniasdešimt
Heştê : Aštuoniasdešimt
Nod : Devyniasdešimt
Sed : šimtas
Du sed : Du šimtai
Hezar : Tūkstantis
Du hezar û şeş : Du Tūkstančiai Šeši.
Deh hezar : Dešimt tūkstančių
sed hezar : Šimtas tūkstančių
milyonek : Milijonas
[biguherîne] Roj(an) :(Diena)
| Pirmadienis | Duşem |
| Antradienis | Sêşem |
| Trečiadienis | Çarşem |
| Ketvirtadienis | Pêncşem |
| Penktadienis | în |
| Šeštadienis | Sebt/Şemî |
| Sekmadienis | Yekşem/Lehd |
[biguherîne]
Ez : Aš
Tu : Tu
Ew (Nêr) : Jis
Ew (Mê) : Ji
Em : Mes
Hûn/Win : Jūs.
Ewan/wan (Nêr) : Jie
Ewan/wan (Mê) : Jos
[biguherîne] Rewşa Hewayê : (Oras, Oro stovis)
Audra : Bahoz
Dangus : Ezman
Debesis : Ewr
Debesuota : Bi ewr
Drėgmė : Hêw
Drėgnas : Hêwî
Dulksna : peşikîn/Bapeşk
Griaustinis : Dengê Ewran
Karštas : Germ
Karštis : Tîn
Ledas : Qeşa/Cemed
Lietus : Baran
Oras : Hewa
Rūkas : Mij
Saulė : Roj
Sniegas : Berf
Temperatūra : Germahî
Vėjas : Ba
Žaibas : Çirûsk
[biguherîne] Dem/Wext: (Laikas)
Valanda : Saetek / Katjimêrek/ yek demjimêr
Minutė : Deqîqeyek/ yek xulke
Sekundė : Çirkek/ yek çirk
Diena : Roj
Šiandien : îro
Vakar : Duh
Ryt(oj) : Sibe
Užvakar : Pêr
Poryt : Dotir Roj
Šį vakarą : îşev
Savaitė : Heftî
Šią savaitę : Ev Heftî/Vê heftîyê
Mėnuo : Meh/mang/Heyv
[biguherîne] Meh/Heyv : (Mėnuo)
Rêbendan : Sausis
Reşemî/Sibat : Vasaris
Adar : Kovas
Avrêl :Balandis
Gulan : Gegužė
Pûşper/Hezîran : Birželis
Tîrmeh : Liepa
Tebax/Gelawêj : Rugpjūtis
Rezber/îlon : Rugsėjis
Kewçêr/Cotmeh : Spalis
Sermawez/Mijdar : Lapkritis
Berfanbar : Gruodis
[biguherîne] Demsal : (Metų laikai)
Bihar :Pavasaris
Havîn : Vasara
Payîz : Ruduo
Zivistan : Žiema