Mûlûleya lîmfê
Mûlûleyên lîmfê (bi latînî: vas lymphocapillare; bi inglîzî: lymph capillaries, lymphatic capillaries)[1] wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Kotahiya mûlûleyên lîmfê girtî ye.[2] Ji xeynî demarekoendama navendî, moxê hestî, diran, hestî û çîna korniye ya çav, hemû beşên laş bi mûlûleyên lîmfê ve dagirtî ye.[3] Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Mûlûleyen lîmfê dişibe tilîyên nav lepik. Heke em mûlûleyê wekî tilî bihesibînin, lepik (destgork) şileya navbera xaneyan e. Mûlûleya lîmfê ji çînek xaneyên epîtelî (endotelîum) pêk tê.[3] Xaneyên epîtelî li hin beşan de li ser hev qat dibin, bi vî awayê derîçok çêdibin.[3] Şileya şanêyê ji derîçokan (derîçeyên piçûk) derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe.[2] Dema pestoya şileya nav xaneyan nizim be, derîçok rê li ber paşvegera lîmfê digire û nahêle lîmf ji mûlûleyê derkeve navbera xaneyan. Lê gava pestoya şileya şaneyê berz dibe, îcar derîçok ve dibin û şileya navbera xaneyan derbasî mûlûleya lîmfê dibe. Li gel guherîna pestoya şileya şaneyê, rîşalên kollojenî jî vekirin û girtina derîçokan rêk dixe. Gava pestoya şileya navbera xaneyan berz dibe, rîşalkên kollojenî derîçokan hê pirtir ve dikin, bi vî awayê şileya şaneyê bi awayekî hêsantir derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe.[3] Piştî herisî ji xurekên herisî madeyên wekî glukoz, asîda amînî, asîda çewrî û glîserol çêdibin. Ji vana yekeyên çewrî (glîserol û asîdên çewrî) di nav xaneyên epîtelî yên rûviya zirav de, wekî dilopek rûn tov dibin. Ev pêkhate wekî kiylomîkron (chylomicron) bi nav dibe. Kiylomîkron derbasî nav şileya şaneyê dibe. Paşê kiylomîkron ji aliyê mûlûeyên lîmfê ve tên mijandin û bi navbeynkariya koendama lîmfe, dawiya dawî di dil de tevlî gera xwînê dibin. Ne tenê çewrî (lîpîd), lê vîtamînên A, D, E, û K jî ji rûvî derbasî mûlûleya lîmfê dibin û bi navbeynkariya sîstema lîmfê, xwe digihînin dil û tevlî xwînê dibin.[4]