Dil

Ji Wîkîpediya

Dilê mirov
Dil wek sembola evînê

Dil (bi farisiya kevn: zrdâ-, farisiya navîn: dil, farisî: del, zazayî: zerrî) ango dilê mirovî, masûlkeyeke bi çar malik e ku xwînê dişîne her derê bedena mirov. Dil wek pompeyekê dixebite û di deqîqê de 60-80 caran lêdixe. Bi taybetî, dil ji du aliyan pêktê: dilê rastê û dilê çepê.

Xwîna gemarî ji xwînhênera sereke (şîndemara boş, bi latînî: Vena cava) tê û di ûrikê rastê (malika dil a rastê) de kom dibe. Ûrikê rastê xwînê pompeyî pişikan dike ku xwîn li wê derê were paqijkirin, ango xwîn karbondiyoksîd bide û oksîjen li xwe bar bike. Mirov karbondiyoksîdê tev helma xwe davêje der. Xwîna paqij wê şûnde digihêje ûrikê çepê (malika dil a çepê) û ji vir ve jî digihêje ûrikê çepê. Ûrikê çepê, wê xwîna paqij pompeyî şahdemarê (xwînbera sereke, bi latînî: Aorta) dike. Xwîn bi alîkariya şahdemarê û demarên xwînber digihêje hemû cihên bedenê. Ew fonksiyona dil, cara peşîn di sedsala 17'an de ji aliyê zanayê îngilîz William Harwey ve hatiye nivîsandin.

[biguherîne] Organên sîstema gera xwînê


[biguherîne] Çavkanî

Zana Farqînî (2004). Ferhenga Kurdî-Tirkî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol.

Ji "http://ku.wikipedia.org/wiki/Dil" hatiye standin.