Maşik
Maşik xwarineke herêma Tolhildanê ye. Berê ji maşê didabûne ser, lewra jî navê wê maşik e, lê niha bi rizê (birincê) dikelînin. Li Edene, Mêrsînê îsota kutilkê (îsota gloverik a dolmehê), li Meletî û hin deveran bi îsota dirêj didin ser. Divê îsot (bîber) ne tûj (no) be. Çêkirina wê gelek hêsan e.
Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Têra xwe îsota dirêj an îsota giloverik a heşînê, dolmehê
- 1 SA (stekana-qedeha avê) riz (bo 5-6 îsotên gloverik, 8-10 îsotên dirêj)
- Xwê (solin)
- Îsota pûlpelî (îsota sor, îsota tûj)
- Li ser daxwazê qevdek pûjan
- Li ser daxwazê 1 KÇ (kevçiyê çayê) ava lîmonê
- Rûnê malê
Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Îsotan di quşxaneyê de bikelînin. Ava wê vala bikin, bidarivînîn û îsotan berdin quşxaneyê. Rûn tevlî bikin û biqelînin lê bila neşewitin.
Ava pakij a germ berdin navê û rizê tevlî bikin, bikelînin. Birinc keliyan, xwê, îsota tûj, ava lîmon û pûjanê tevlî bikin û bi tevbidin bila di nava hev de bihele. Bi germî bînin ser destexaneyê (sifre).