Lîmon
| Lîmon | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
| Navê zanistî yê latînî | ||||||||||||||
| Citrus × limon (L.) Burm.f. |
Leymûn an jî lîmon (latînî: Citros Limon) fêkiyek e. Dara leymûnê heta 6 m bejnê tavêje. Pelên wê keskên biriqokî û wek devê riman in. Ji meha adarê heta meha berfanbarê her kulîlkan vedike. Kulîlkên wê spî, peyazî (pembe) ne.[1] Kulîlkeke wê pênc parçe ne. Ji wê kulîlkê fêkiyeke zer û hêkane, rûbiriqok, bêhnxweş û tirş çêdibe. Ji wê fêkiyê re lîmon tê gotin.
Ji qaşila fîkiya lîmonê rûn tê çêkirin û ew rûn ji bo derman, esans, tamxweşkirina cûreyên xwarinan, alkol, paste, qeşaşîr û hwd tê bikaranîn. Ji spîka nava wê madeya pektîn tê derxistin, ji wê jî dermanê îshalbirînê (virikbirînê) û hwd çêdibin.[1]
Welat[biguherîne]
Welatê wê Çîn, Hindistan û bakurê Burma ye.[2][3] Tê bawerkirin ku piştî sedsala yekem a piştî zayinê re leymûn birine Ewropayê. Lê çandiya girîng a di dîrokê de hatiye tomarkirin (li Ewropayê) ya tê zanîn digihîje sedala 15'an ku li Cenova ya Îtalyayê pêk hatiye. Cara pêşîn di wêjeya erebî de, di sedsala 10'an de weke berhemeke cotkariyê tê nivîsandin ku baxçeyên misilmanan dixemilîne.[4][5] Li Kurdistana başûr jî hêşîn tên. Pir kes di baxçe û hewşa mala xwe de li cem pirteqal û mandalînayan leymûnan jî diçînin.
Kolonyaya Lîmonê[biguherîne]
Di sala 1690'î de li bajarê Koln a Almanyayê lîmonfiroşekî bi navê Giovanni Paolo Feminis formûla lewentoya leymûnê çêdike.[1] Wê formûlê dide Giovanni Maria Farina, ew jî dike lewento û li bajarê Kolnê îmalata wê çêdike. Ji ber ku navê bajarê koln “kolonya“ ye, wek ava Koln tê naskirin. Paşê fransî dest bi çêkirina wê dikin. Di bin navê Eau de Cologna (Ava Kolonyayê) belavî dinê dikin û ew nav li ser dimîne.[6]
| Hilberînerên sereke yên leymûnê – 2007 | ||||
|---|---|---|---|---|
| Welat | Berhemdan (ton) | |||
| 2.060.000 | ||||
| 1.880.000 | ||||
| 1.260.000 | ||||
| 1.060.000 | ||||
| 880.000 | ||||
| 745.100 | ||||
| 722.000 | ||||
| 706.652 | ||||
| 615.000 | ||||
| 546.584 | ||||
| Tevahiya Cîhanê | 13.032.388F | |||
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ a b c Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar
- ↑ Wright, A. Clifford. History of Lemonade, CliffordAWright.com
- ↑ The origins, limmi.it.
- ↑ Wright, A. Clifford. History of Lemonade, CliffordAWright.com
- ↑ http://www.limmi.it/content/view/78/156/lang,en/
- ↑ Fischer, Carmen (2011). "'Französisch Kram' aus Köln" (in German). Damals 43 (6): 70–71