Mahsun Kırmızıgül
Mahsun Kırmızıgül (* 1'ê avrêlê 1969 li Bingöl; bi navê Abdullah Bazencir) stranbêj, aktor û derhênerekî esilkurd e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Jiyan
Diya Kirmizigul di 18 saliya xwe de, bi tevî sê lawan bî dimîne. Mahsun ji marîbûna (zewaca) wê ya duyemîn e. Bavê Masun ji parêzgeha Bîngolê ye. Hêj Masun nebûye, dê-bavên wî hevûdu berdidin. Masun di zikê diya xwe de tê Amedê. Mahsun cara yekemîn di 6 saliya xwe de bavê xwe dibîne. Birayê wî Mehmûd di 21 saliya xwe de bi pêgirtina elektrîkê jiyana xwe jidest dide.
Sala 1983 li Amedê tevlî pêşbaziyeke muzîkê dibe û biserdikeve û jiyana wî ya muzîkê jî wiha destpê dike. Di kampanyaya lincê ya li dijî Ahmet Kaya de, tê gotin wî jî cihgirtiye. Hin kes îdîa dikin ku ew jî di dizî û asîmîlekirina muzîka kurdî de peywirdar e.
Di fîlmên xwe de, kurdan biçûk nîşandide, bayê arabeskê gurr dike. Albuma wî ya serek bi navê Yıkılmadım derket.
[biguherîne] Fîlm
- Yaşamak Haram Oldu - Jiyan li min herimî (1987)
- Hemşerim - Hevbajarê min (1996)
- Zalim - Sîtemkar (2003)
- Aska sürgün - Nefî bo evînê (2005)
- Beyaz Melek - Firîşteya spî (2007)
- Güneşi Gördüm – Min roj dît (2009)
- Pênc minare li New Yorkê (2010)
- Hayat Devam Ediyor - Jiyan didome (2012)
[biguherîne] Dîskografî
Alben:
- Terkedildim - Hatim terikandin
- Paylaşamam - Nikarim parve bikim
- Alem Buysa Kral Sensin (1994) - Cîhan ev be tû yî key
- 12'den Vuracağım (1995) - Dê di 12an de lêbidim
- Sevdalıyım / Hemşerim (1996) - Evîndar im/Hevbajariyê min
- Nostalji - Nostaljî(1997)
- Yıkılmadım - Neketim (1998)
- Yoruldum - Westiyam (2000)
- Bir Demet Kirmizigül - Baqek gulasor
- Yüzyılın Türküleri (2002) - Stranên sedsalê
- Sarı Sarı / Başroldeyim (2004) - Zera zer/Serek rolê de me
- Dinle (2006) - Guh bide
Singles
- İnsan Hakları - Mafê mirovan (1995)
- Ülkem Ağlar - Welatê min digirî (2001)