Marco Polo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marco Polo

Marco Polo (1254 - 9ê kanûna paşîn, 1324)[1] seyah û kaşîfê Îtalya yê navdar e.

Di malbateke bazirgan ê dewlemend de ji dayîk bûye. Zaroktiya wî di keştiyan de derbasbûye, li Derya Reş û Derya Spî (Derya Navîn) geriyaye. Papa Gregorius IX. wî û bavê wî ji bo ragihandina nameyeka olî bo Kubîlay Xan peywirdar kiriye. Sedema vê peywirdariyê 17 salan li Asya dûr digere. Anatoliya, Mezopotamya, Çîn, Îran, Çiyayên Pamîr, Tîbet hwd seranser digere û dîtinên xwe dinivîsîne.

Di gera xwe ya duyemîn de peywirdariya xwe bicihtîne lê di deryayê de xetereyên mezin dijî. Ji 600 zilamên xwe 580 winda dike. Di sala 1295î de bo bazirganiyê vedigere Wênîsê. Carekê ji aliyê Genewîzan dîl tê girtin. Di zîndanê de nivîsên xwe vedinivîse û wekî pirtûk dide çapkirin. Pirtûka wî bi navê bi îtalî: Il millione di dema xwe de dibe kaneke sereke ji bo naskirina Asya dûr, Efrîqa û Çînê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Bergreen, Laurence (2007), Marco Polo: From Venice to Xanadu, London: Quercus, ISBN 978-1-84724-345-4