Martin Luther

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Martin Luther
Martin Luther (1529)
Jidayikbûn10ê çiriya paşîn a 1483an
Mirin18ê sibata 1546an (62 salî)
Eisleben, Mansfeld, Împeratoriya Romê ya Pîroz
EsilAlman
PerwerdeZanîngeha Erfurtê
Pîşe
  • Reformîst
Salên çalak1517-
Sedema navdarbûnêReforma mezheba protestanan
HevjînKatharina von Bora
ZarokHans (Johannes), Elisabeth, Magdalena, Martin, Paul, Margarethe
biguhêreBelge

Martin Luther (jdb. 10ê çiriya paşîn 1483 − m. 18ê sibatê 1546) yek ji reformîstên mezheba protestanan bû, yê bi eslê xwe alman bû.

Li bajarê Eislebenê ji dayîk bûye û li zanîngeha Erfurtê perwerde dîtiye. Piştî perwerdeya xwe li zanîngeha Wittenbergê dest bi mamostetiyê kiriye. Luther li ser nakokî û sextekariyên dînê xiristiyaniyê sekiniye û li dijî wan derketiye. Cara yekem li dijî firotina endûljansê di 31ê Cotkar 1517an de angaşt û protestoyên xwe di bin 95 xalî de bi deriyê Kelheya Wittenbergê ve kiriye û li dijî sextekarî û olfiroşiyê derketiye. Ev yeka han dibe sedem ku Luther ji aliyê paşverûtiya dêrê ve bibe hedef.

Di sala 1518an de ji aliyê Papa li Romayê li dijî Luther doz tê vekirin. Jê tê xwestin ku nêrînên xwe şûnve bikşîne û li dijî sazûmaniya rûniştî ya dêrê dernekeve. Heya bigire ji aliyê key Maximillian tê aforozkirin. Luther hin caran bi nameyan lêborîna xwe ji Papa Leo X dixwaze, lê ji ramanên xwe nayê xwar. Papa Leo X wî di 15 Pûşper 1520an de bi belavokek aforoz dike ango ji dîn dertîne.

Lê roj bi roj alîgirên Luther jî zêdedibin. Şagirtên wî belavoka Papa diqelişînin. Luther him bi dozên ku li dijî wî vebûne re bilî dibe, him jî dest ji ger, waîz û civînên xwe nakşîne. Yekemîn car wergera Mizgînê (Încîl) bo almanî tê kirin. Luther dixwast ku hemî waîz û karên dînî bi zimanên herêmî were kirin ku mirov jê fêhm bike. Gundiyên almanan bi fikrên Luther dest bi serhildanan dikin. 50.000 gundî ji aliyê dûkên katolîk ve tên kuştin. Seranser Ewropa dikeve nîqaş û tevlîheviyê. Gel dibin du alî, hin fikrên Luther dipejirînin, hin jî li dij derdikevin. Ev yeka han civakê diguherîne, pêşde dibe.

Luther li dijî Papa û paşverûtiyê gotar û pirtûkên tûj dinivîsîne. Papa bi navê "berdevkê Şeytên" binavdike. Li dijî tirkan û cihûyan derdikeve. Hatina tirkan berî bi Ewropa rexne dike û gel hişyar dike. Luther biserdikeve û di gelek warên jiyanê û prînsîbên dînî de reforman pêk tîne. Ew wekî reformîstekî wêrek û serkeftî tê zanîn.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]