Meşketank

Meşketank
Kargêrî
Dûgel Tirkiye
Erdnîgarî
Koordînat 38°21′11″Bk 43°12′14″Rh / 38.353°Bk 43.204°Rh / 38.353; 43.204
Meşketank li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Meşketank
Meşketank (Tirkiye)
Map

Meşkeldek (1928: مشكلدك / "Méchquedéque" (Meşkeldek)[1], 1946: Meşkeldek[2] an jî Meşketang[çavkanî hewce ye], bi tirkî: Gölkaşı) gundekî şaredariya Çîçekliyê ye û ser bi navçeya Artemêta Wanê ve ye qasî deh kîlometreyan dûrî Artemêtê ye û bi qasî heşt kilometreyan jî dûrî Westanê ye navê gund bi tirkî Gölkaşı ye.

Debara gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Meşketang bi piranî kar|ên heywantî, înşaat û bi maşînên kar (kefçe qamyon) û hwd debara xwe dike. Di van salên paşîn de di her malbatê de herî kêm karmend-memûrek (mamoste, endezyar, avahîsaz, bijîşk û hwd) heye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Meşketang gundekî di bin çiyayan de hatiye raxistin û erdekî pehn e.

Dîroka gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî hîn agahiyan gundekî pir kewnare ye gundek ji gundên ermeniya ye ji ber kewnarebûna xwe gelek caran cihên cûrbicûr de zêr û zînet hatine dîtin. Niştecihên Meşketangê ji eşîrên banûkî û celaliyan e û ji ber sedema şerê cîhanî yê yekê (1914-1918) ji Qavqaz-Qefqasyayê (di nava axa Ermenistan û Naxçiwanê de) koçî li vir kirine.

Cihên dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di gund de ji aliyê dîrokê de tişta herî balkêş "Dêra 'Hecî Qadir" e ji ber ku ev dêr ji aliyê mala Hecî Qadir ve dihate xebitandin jê re wisa hatiye gotin û malên kevn dîmenên gelekî xweş û balkêş pêşkêşî niştecîh û mêvanên gund dike lêbelê salên dawiyê hejmara van mala mixabin kêm dibe herwiha çend xaç û nîşanên kolayî jî çiyayên gund de cîhekî berfireh digire. Şûnwarên ûrartûyan li vir hene û Kanala Şamranê ji vi gundî re derbas dibe.

Avûhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Meşketang her demsala salê bi xweşikî û balkêşiya xwe dibe wêneyekî xwezayî ji bo xwedîhezkiriyên xwe, çemekî gund jî heye û masiyên gola Wanê her meha nîsanê ji bo hêkên xwe daynin têne vî çemî her wuha qamirgehên cuda jî di gund de hene û ji bo nêçîrvanan dibe gencîneya nêçîrê.

Derfetên gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jiber ku gund girêdayî şaredariya Çîçekliyê ye derfetên gund jî zêde ne û di gund de nexweşxane, pêşdibistan, dibistana amadeyî (lîse),seyrangeh, dermanfiroş, navendên danûstandinê, firne, goştfiroş, komirfiroş, qehwexane, porbir, petrola benzîn û mazotê û gelek rêyen hêsaniyê jî hene.

Çand û hunera gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dawetên gund de kêm bin jî hêj kose tên çêkirin û lîstikên herêmî berdewam dikin û nemaze şevên zava û nezewicî/ezeban pir rengîn û dewlemend in.

Çend xalên girîng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Meşketang ji hêla aboriyê ve gundê herî dewlemend yê Artemêtê ye. Pirani cîwanên gund xwenda û xwendekar in.

Çûnûhatina bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji xeynî rojên yekşemê çûyîn û hatina bajêr hêsan e û bi wesayîtên taybet an jî yên bazirganî qasî nîv saetî dûrî bajarê Wanê ye herwekî din bi wesayîtên Westanê (Gevaş) mirov dikare xwe bigîhîne bajêr.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.