Mehmet Rüştü Tiryaki

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mehmet Rüştü Tiryaki
Image dans Infobox.
Mehmet Rüştü Tiryaki (2021)
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Batman (en)
dp.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Ankara University, Law School (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiyên siyasî

Mehmet Rüştü Tiryaki (jdb. 1971, li Amed, Bakurê Kurdistanê), parêzer û siyasetmedarê kurd e ku di Partiya Çep a Kesk de siyasetmedarî dike.[1][2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tiryakî di sala 1971ê de li Amedê hatiye dinê. Li Wezareta Tenduristiyê wek karmendê tenduristiyê, paşê jî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê û Nexweşxaneya Onkolojiyê ya Enqereyê xebitiye.[3] Tiryaki endamê damezrîner ê Yekîtiya Karkerên Tenduristî û Civakî ye. Di heman demê de li KESKê û EĞİTİM-SENê jî wek şêwirmendê hiqûqî xebitiye.[3]

Kariyera siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji hezîrana sala 2015an ve nûnerê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya HDPê ye.[1] Di hilbijartina hezîrana sala 2018an de wekê parlementerê ji HDPê hate hilbijartin.[2]

Tiryakî rexnegirekî girîng e ji organîzekirina hilbijartinan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ku wek zehmetkirina dengdana girtiyan û veguheztina sindoqên dengdanê li deverên kurdî ku wî gotiye ku ev yek ji bo kêmkirina rêjeya dengên partiya wî ye. Di gulana sala 2019an de jî Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê bi diziya daneyên astengdarên derûnî ji bo betalkirina encamên hilbijartina Şaredariya Stenbolê sûcdar kiribû. Tiryakî ji BBC Tirkî re ragihandiye û aniye ziman ji Lîjneya Bilind a Hilbijartinê re gotiye "Dema we ji bo betalkirina hilbijartinê serlêdan kir, we got ku 20 hezar astengdarên derûnî deng dane û we daneyên kesane yên Wezareta Tenduristiyê diziye."[4]

Di mijdara sala 2019an de Tiryakî diyar kiribû ku ji sala 2015an û vir ve li Tirkiyeyê 16 hezar û 300 endamên HDPê hatine binçavkirin û 3 hezar û 500 endamê HDPê jî girtî ne.[5]

Li gorî daneyên sala 2019an li dora 16 hezar endam û siyasetmedarên HDPê hatine desteser kirin û 6 hezar endam û siyasetmedarên HDPê girtî ne.[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "24 Haziran seçim sonucu: İşte HDP'nin oy oranı! HDP'nin kazanan milletvekilleri". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). 25 hezîran 2018. Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  2. ^ a b "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  3. ^ a b "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  4. ^ "AKP kısıtlı seçmen bilgilerini nasıl topladı?". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  5. ^ "Thousands of pro-Kurdish party members detained in Turkey since 2015 - report". Ahval (bi îngilîzî). 28 çiriya paşîn 2019. Ji orîjînalê di 26 tîrmeh 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  6. ^ "https://www.evrensel.net/haber/392848/hdpden-hak-ihlalleri-raporu-15-bin-kisi-gozaltina-alindi-6-bin-kisi-tutuklandi". {{cite news}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)