Mehmûd Usman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mehmud Osman hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Dr. Mehmud Osman (z. 1938 li Silêmanî) siyasetmedarekî naskirî yê kurd e.

Mehmud Osman xwendina xwe li zanîngeha Silêmaniyê xedand. Têkiliya Mehmud Osman bi siyasetê re di sala 1962'a, dema ku ew bû endame Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK'ê) destpê kir. Di nava PDK'ê de Mehmud Osman zû bi pêş ket û di sala 1968'a de bû cîgirê Mela Mistefa yê Barzanî. Di sala 1970'î de wî li ser şerrawestandinekê bi hukumeta Iraqê re hevdîtin pêk anîn. Piştî ku Mehmud Osman ji PDK'ê veqetiya, bi Rasul Mahmed û Ednan Muftî re di sala 1980Partiya Sosyalista Kurdistan (PASOK) damezrand. Bi wê yekê Mehmud Osman û hevalên xwe bi partiyek nû derketin pêşberî herdû partiyên din yên mezin li başûrê Kurdistanê PDK'ê û YNK'ê. Di sala 1992'a de beşdarî hilbijartinên Parlemontoya Herêma Kurdistanê bû, lê di heman salê de ji Kurdistanê derket û çû Ingilîstanê û di sala 1995'a de dîsa vegeriya Kurdistanê. Weke siyasetmedarekî bi bandor Mehmud Osman ji bo şerrawestandinekê di navbera herdû partiyên kurdî PDK'ê û YNK'ê de di sala 2001'ê dest bi hevdîtina kir û çû û hat. Piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê DYE'ê Mehmud Osman bû endamê civata birêvebirnê ya berwext ya Iraqê. Ji sala 2004'a ve Mehmud Osman li ser Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê endamê Parlamentoya Iraqa federal e .