Mizgefta Hezretî Silêman
Ji Wîkîpediya
Mizgefta Hezretî Silêman yek ji mizgeftên dîrokî yên li Amedê ye. Ji aliyê ola Îslamê ve mizgefteke girîng e.
Ji aliyê mîrên Kurdan ve bo xatirê lawê serfermandarê artêşa Îslamê yê Amed dagirkiriye Xalid Bîn Welîd, di nava salên 1155 - 1169'î de hatiye çêkirin. Lawê Xalid Bîn Welîd, Silêman di dagirkirina Amedê de jiyana xwe jidest dide. Gorî hin qeydan mîrê Kurd Ebûl Qasim Nîşanî camî ne çêkiriye lê ji nû ve temîr kiriye.
Ji aliyê dewleta Mervanî ve mizgeft tê nûkirin. Li nêzîkî mizgeftê gorîstanên mezinên artêşa Îslamî ya bo dagirkirina Amedê hatibûn, hene. Ev goristanan ji aliyê bawermendên Îslamê ve wekî ziyaretgeh tên dîtin û ji gelek deveran bawermend bo serîlêdana wan tên. Herwiha mizgeft jî di dilê wan bawermendan de xwedî cihekê taybet e.

