Nêrgis Mihemedî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nêrgis Mihemedî
Navê rastî
نرگس محمدی Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn21 nîsan 1972 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zencan (Îrana Pehlewî) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Navneteweyî ya Îmam Xomeynî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Aktîvîsta/ê mafên mirovan
  • rojnamevan li ser wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Teqî Rehmanî (1999–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Aştiyê (2023)
  • xelata Per Anger (2011)
  • xelata Andrey Saxarov (2018)
  • xelata 100 Jin a BBC (2022)
  • Xelata Navneteweyî ya Alexander Langer (2009) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nêrgis Mihemedî, Nêrgiz Mihemedî[1], anku Narges Mohammadi (bi farsî: نرگس محمدی, Narges Mohammadi, jdb. 21ê nîsanê 1972an), zanyar û çalakvana mafên mirovan a îranî ye. Ji ber çalakiya xwe ya ji bo mafên mirovan wê xelata Nobelê ya aştiyê ya sala 2023an wergirt. Ew herwiha cîgira serokê Navenda Berevanên Mafên Mirovan (DHRC) ye, ku ji aliyê xwediyê Xelata Nobelê ya aştiyê Şîrîn Ebadî ve tê birêvebirin.[2]

Ew piştgirek xurt a bêîteatiya sîvîl ya femînîst a li dijî hicabê ya li Îranê ye.[3][4] Ji ber vê yekê gelek caran hat girtin û çend sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di gulana 2016an de, ji ber "damezrandina tevgereke mafên mirovan a ku alîgirê rakirina cezayê îdamê ye” 16 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.[5] Piştî ku di sala 2020an de hat berdan di sala 2021an de dîsa şandin girtîgehê. ku ji wê demê ve li ser îstîsmara jinên girtî rapor kir.

Di cotmeha 2023an de, Nêrgis Mihemedî dema ku di girtîgehê de bû, "ji ber têkoşîna wê ya li dijî zordariya li ser jinan li Îranê û tekoşîna wê ya ji bo pêşvebirina mafên mirovan û azadiya her kesî" xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2023an wergirt [6][7]. Wezareta Derve ya Îranê biryara xelatkirina Mihemedî şermezar kir.[8]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/world/061020231
  2. ^ Dehghan, Saeed Kamali (26 nîsan 2012). "Iranian human rights activist Narges Mohammadi arrested". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2023.
  3. ^ "نرگس محمدی: قدرت امتناع زنان، قدرت استبداد را درهم شکسته است – DW – ۱۴۰۲/۴/۳۱". dw.com (bi farisî). Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2023.
  4. ^ "نرگس محمدی: زنان و مبارزه با حجاب اجباری، راهبرد پایان دادن به جمهوری اسلامی هستند". BBC News فارسی (bi farisî). 13 nîsan 2023. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2023.
  5. ^ Dehghan, Saeed Kamali (24 gulan 2016). "UN condemns 16-year jail sentence for Iranian activist Narges Mohammadi". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2023.
  6. ^ "Narges Mohammadi får Nobels fredspris 2023". www.aftenposten.no (bi norwecî (bokmål)). 6 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2023.
  7. ^ "'Victory is near': Jailed Iranian activist wins Nobel Peace Prize". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2023.
  8. ^ "Spokesman Raps Political Move to Award Nobel Peace Prize to Iranian Convict - Politics news". Tasnim News Agency (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2023.