Neolojîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di zimannasiyê de neolojîzm her terim û kelîmeya nisbeten nû û îzole ye ku êdî populer bûye û hêdî hêdî di zimanê rojane de jî tê qebûlkirin.[1] Ji bo ku kelîmeyek wekî neolojîzmekê were qebûlkirin divê di ferhengekê de were weşandin.[2]

Neolojizm aliyeke înovasyona ferhengî (en) ye, yanî fenomenên zimanî ne ku terim û maneyên nû dixe lûgata zimanekî. Lêkolînên zimannasiyê prosesa çêkirina kelîmeyan wisa rêz dikin: kelîmeyên minasebetê (en) (bi inglîzî: nonce word) ev kelîme ne ku ji bo minasebetekê tê çêkirin û dibe ku zêde populer nebin; protolojîzm (en) ev kelîme ne ku tenê di nav komeke biçûk de tên bikaranîn; prelojîzm ev kelîme ne ku her diçe zêdetir tên bikaranîn lê dîsa jî ne gelek zêde ye; û neolojîzm ev kelîme ne ku ji aliyê saziyên civakî ve hatine qebûlkirin an nasîn.[3][4]

Neolojîzm bi giştî bi guherînên di kultur û teknolojiyê de çêdibin.[5][6] Nimûneyên populer ên neolojîzmê di zanist, honak (xisusen honaka zanistî), fîlm û televîzyon, edebiyat, jargon, zimannasî, hunerên dîtbarî, û kultura populer de tên dîtin.

Di nav nimûneyên kevn ên neolojîzman de lazer (1960) ji herfên yekem ên Light Amplification by Stimulated Emission of Radiation û robot (1941) ji lîstika tiyatroyê ya nivîskarê çekî Karel Čapek a bi navê R.U.R (Rossumovi Univerzální Roboti)[7] hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ Anderson, James M. (2006). Malmkjær, Kirsten (edîtor). The Linguistics Encyclopedia. London: Routledge. r. 601. ISBN 0-203-43286-X.
  2. ^ Simatupang, E. C. M.; Heryono, H. (2022). "New-word formation and social disruption on metaverse". The English Review: Journal of English Education. 10 (3): 1019. doi:10.25134/erjee.v10i3.6722.
  3. ^ Gryniuk, D (2015). On Institutionalization and De-Institutionalization of Late 1990s Neologisms. Cambridge Scholars Publishing. r. 150. This process [of lexicalization] does not seem to be coincidental because neologisms themselves are prone to go through certain stages of transformation. They began as unstable creations (otherwise called prelogisms), that is, they are extremely new, being proposed, or being used only by a small subculture
  4. ^ Anesa, Patrizia (2018). "Three, 3". Lexical Innovation in World Englishes: Cross-fertilization and Evolving Paradigms. Routledge.
  5. ^ McDonald, L. J. (2005). The meaning of e- : neologisms as markers of culture and technology.
  6. ^ Forgue, Guy (1979). "American Neologisms as a Reflection of Cultural Change since 1945". Proceedings of a Symposium on American Literature: 199–211.
  7. ^ Zunt, Dominik. "Who did actually invent the word "robot" and what does it mean?". Karel Čapek. Ji orîjînalê di 23 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 sibat 2017.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]