Nermalava azad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logoya Nivîsbariya Azad

Nermalav an nivîsbariya Azad ew e ku bernameyên bi rengekî hesan bigihîne hemû gelan, her bername bi her zimanî hebe, kodên wan ji aliyê herkesî ve were dîtin, da ku her kes bikaribe tiştekî lê zêde bike. Ji lew ra jî bernameyên nivîsbariya azad ji her alî ve azad in.

Her kes dikare Nivîsbariyên azad bifiroşe jî, lê ji ber ku jibergirtina wê serbest e, kes zêde pereyan tê nade.

Heta niha çend bernameyên Nivîsbariya Azad li kurdî jî hatine wergerandin û di vî warî de komek bi navê Koma PCKurd di sala 2005'an de bi armanca ku van xebatan wergerîne kurdî hate avakirin.

Ji bo Nivîsbariya Azad (en:free software) çend krîter hene:

  • Azadiya bikaranina nivîsbariyê ji bo her armancê.
  • Azadiya xwendina çavkaniyên nivîsbariyê (sourcecode).
  • Azadiya zêdekirin û belavkirina nivîsbariyê.
  • Azadiya guherandina nivîsbariyê û weşandina guhartinan.

Nivîsbariya azad bi piranî belaş e, lê ne her car.

Yek ji avantajên nivîsbariya azad ew e ku bi hêsanî li zimanên din tê wergerandin. Bi zimanên wekî zimanê kurdî bikarhêner dikarin nivîsbariya azad serbixwe wergerînin û ne girêdayî şirketekê ne.

Mînakên ji bo nivîsbariya azad[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pergala Microsoft Windows bi xwe ne azad e, lê ji bo Microsoft Windows jî gelek nivîsbariyên azad hene.

Azadiya nivîsbariya azad bi lîsansan weki Lîsansa giştiya GNU tê parastin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]