Linux

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Linux

Logoya Linux
Çêker
MaskotTux (Linux), wildebeest Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Tux, logoya Linuxê
Linux Ubuntu 16.10

Linux (wekî Lînuks tê gotin) pergala xebatê ya kompûterê ye. Sembola Linuxê pengûenek bi navê Tux e.

Dîroka Linuxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Linux (an jî GNU/Linux[1]) pergaleke xebitandina kompûterê ya bê xwedî û bê pere ye. Xwediyekî Lînuxê tune ye.[2] Ev bername ji bo her kesî vekirî ye. Cara yekem xwendekarekî fînlendî bi navê Linus Torvalds[3] di sala 1990î de sûde ji Minixê wergirt û bi pêş xist. Ji dendika vê pergala xebatê û guhertoyên wê yên hatine belavkirin[4] re bi tevahî linux tê gotin. Torvalds, ji bo dersa xwe ya mastirê sêwirandiye û li ser vê malperê xebitiye û pişt re xwestiye ku vê bernameyê mezin bike. Bi vê baweriyê bernameya xwe ji her kesê ku xwestiye re şandiye û alîkarî xwestiye. Di demek kin de bi alîkariya gelek kesan bûye bernameyek ku îro hevrikiya Windowsê dike.

Taybetiyên Linuxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pergaleke ji her kesî re vekirî ye, ango her kes dikare ji bo mezinkirina wê beşdarî xebatan bibe. Ji ber vê yekê jî wekî bernameyeke azad û bê sînor tê binavkirin. Kesên ku di hêla teknîka kompûterê de jêhatî bin, dikarin hin tiştan lê zêde bikin û wê bi pêşdetir bixin. Ev pergal bi awayekî kolektîf derketiye holê. Bi lîsansa GPL tê belavkirin. Guhertoya wê ya herî dawî 2.6e.

Guhertoyên Linuxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek belavkirinên ku dendika "GNU/Linux" (GNU + Linux) wekî bingeh girtine hene. Yên herî girîng[4]:

Belavkirina GNU/Linuxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Niha, gelek xebatên ku nivîsbariyên GNU û nivîsbariyên din ên azad tînin cem hev û van bi dendikeke Linuxê, biawayekî sererastbûyî belav dikin hene. Debian, Fedora, Gentoo, Mandriva, Pardus, Redhat, Slackware, SuSE û Ubuntu, tenê çend hebek ji wan in ku zêde tên nasîn in. Hemû bi awayekî ku hemû bikarhênerên komputeran dikarin bi awayekî hêsan saz bikin, tên belavkirin. Ev nivîsbarî, arşîvên nivîsbariyê yên endezyariyên komputeran û ji malperên ku belavkirina van nivîsbariyan dikin, peyda dibin

Têgehên bingehîn ên Linuxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsbariya azad (free software)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nivîsbariya azad, cureya ew nivîsbariyê ye ku mafên xebitandinê, kopîkirinê, belavkirinê, vekolandinê, guherandinê û pêşvexistinê dide bikarhênerên xwe. Di vê xalê de peyva free ya îngilîziya vê têgehê tê wateya “azadî”yê.

Hişyarî: Nivîsbariya azad nayê wateya nivîsbariya “bêpere/belaş”. Nivîsbariya azad, li gorî pêşdebiran wateya xwe ava dike. Ango, nivîsbariyeke azad pêkan e ku bi pere were firotin. Çavkaniya vê pirsgirêkê peyva free ya îngilîzî ye him tê wateya “belaş” û him jî “azad”.

Nivîsbariya çavkaniya vekirî (open-source software)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nivîsbarî bi zimanên cur bi cûr a bernameyan (C++, Python, Java...hwd.) bi riya kodan tê çêkirin.
  • Nivîsbariya çavkaniya vekirî, ew nivîsbarî ye ku kodên xwe ji pêşdebir û bikarhêneran venaşêre û herkes dikare bibîne.

Hişyarî: Nivîsbariyeke azad di heman demê de çavkaniyeke vekirî ye.

  • Nivîsbariyeke azad divê herî kêm bi GPL-ê (GNU Public License – Lîsansa Gelî ya GNU) bê lîsanskirî. Lîsansa BSD û yên din jî -ên ku azadîxwaz in- dibe ku ji bo nivîsbariya azad bê bikaranîn. Bi van lîsansan bikarhêner dibin xwediyê van mafan (bi kurtasî) :
  1. Dikare bigihije kodên çavkaniyê yên nivîsbariyê (ji herkesî re vekirî ye)
  2. Di kodên çavkaniyê yên nivîsbariyê de guherînan pêk bîne.
  3. Dikare nivîsbariyê bi rewşa xwemalî -bi pere yan jî bêpere- belav bike kesên din (ev li gorî taybetiya lîsansê diguhere)
  4. Dikare nivîsbariyê bi guherandinan -bi pere yan jî bêpere- belav bike kesên din (ev li gorî taybetiya lîsansê diguhere)
  • Nivîsbariyeke çavkaniya vekirî ne mecbûr e ku van mafan bide bikarhêneran. Ji bo binavkirina çavkaniya vekirî gihiştina kodên wê tenê bes e lê ji bo binavkirina nivîsbariya azad ev têr nake.
  • Nivîsbariya Azad, li gorî Nivîsbariya Çavkaniya Vekirî wateyek firehtir dihewîne.

Linux[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Linux, îro wekî peyvek hevdengî tê bikaranîn:
  1. Bi wateya yekemîn, Linux dendika pergaleke xebatê ye ku bi bingeha UNIX-ê ye û ji aliyê Linus Torvalds hatiye avakirin.
  2. Bi wateya duyemîn, Linux, ew pergala xebatê ye ku li ser Linux-ê hatiye avakirin.

Dendik (kernel)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dendik, (carinan kakîl an jî bi soranî korek) pêkhateya navendî ya gelek pergalên xebatê ne (Windows têde). Dendik, ragihandina li nav nivîsbarî û hişkalavê pêk tîne ango dilê pergala xebatê ye.

Qalik an jî rêza fermanê (shell or commandline)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Qalik, mekanîzmayên kontrolê ya fermanê ne ku di heman demê de derfet dide ku ferman bixebitin/saz bibin/bên xwendin. Du cure ne:
  1. Dendikên “rêza fermanê” ku ferman li ser dîmendereke reş de tê nivîsandin û xebitandin.
  2. Dendikên grafîkî ku dema hûn fîlm temaşe dikin, dikarin li aliyekî din ferman binivîsînin û bixebitînin.
  • Bikarhênerên Windowsê bi sepana “Agahdarê Fermanê” digihijin dendikekê grafîkî. Li bin Linuxê gelek sepana dendikê hene. Di gelek reşaneyên Linuxê de BASH - “Bourne Again Shell”, wekî dendika jixweber bi cih digire. Di derdora KDE-yê de konsole, di GNOME-ê de gnome-terminal sepanên jixweber ên dendikan in.

“Pergala Paceyê ya X”, “X”, “X11” ("X window system", "X", "X11")[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pergala Paceyê ya X, binesaziya navrûyê ya grafîk e ku di pergalên xebatê yên GNU/Linux û wekî Unix-ê de tê bikaranîn. Bi gelemperî karên xêzandinê ya li dîmenderê û paşvegera bikarhêneran dike û ajokarê X-ê û pirtûkxaneya X-ê dihewîne ya ku sepan dikarin wê ji bo ragihandina bi bikarhêner bi kar bîne. Ji xeynî fermanan, karên mişkê û fîlm temaşekirinê hwd. bi saya vê pêkhateyê ye..

Têgehên gelemperî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reşane ("distribution" or "distro")[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Reşane yan jî reşaneya Linux-ê, pergala xebatê ye ku li ser dendika Linux-ê (an jî dendikên din ên mîna BSD) bi tevlîkirina gelek sepanan ve tê avakirin û ji bo bikaranînê tê amadekirin. Sebeba gotina “pergala xebatê” ew e ku Linux ji xwe bi seranserî wateya “pergala xebatê” hilgirtiye. Berhema herî baş a ramana çavkaniya vekirî û nivîsbariya azad reşane ne. Îro sedan reşane ji bo ecibandina bikarhêneran tê pêşkeşkirin. Her yekî xwediyê armanc û cudahiya taybetiyê ne. Hinin reşane ji bo rajekariyê, hinin ji bo pergala ewlehiyê û hinin jî ji bo karên rojane (nivîsandin, temaşekirin, lîstin û hwd.) tê avakirin. Mîna Mageia, Ubuntu, Fedora, OpenSuse, Arch, Gentoo li navnetewiyê belav bûne lê hinin jî hene mîna Pardus xitabî bikarhênerên xwecihî dikin. Hinin reşane ji aliyê dewlet an jî fîrmayan ve, hinin ji aliyê komel û weqfan ve û hinin jî bi tevlîbûna pêşdebir û bikarhêneran ve li ser înternetê têne avakirin.

Derdorên sermaseyan (desktop environments)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Derdorên sermaseyan, navrûya grafîk in û mîna qalikan li ser pergalên xebatê dinixumînin û bikarhêner karên xwe yên rojane li ser wan çêdikin. Pace, sembol, pelrêç (=indeks û peldank) hwd. Hemû li ser vê qalikê dixebitin. Li Windowsê tenê “explorer” derdora sermasê ye. Lê li ser Linux-ê gelek hene: KDE, GNOME, LXDE, Xfce û hwd.

CD an jî DVDyaJînde (LiveCD/LiveDVD)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • CDyaJînde an jî DVDyaJînde (an jî USB), derdorek e ku li nav xwe pergaleke xebatê dihewîne ya ku ji bo bikaranînê amade ye û tu guherîn li ser kombersê nake. Bi rêbazekî tengkirinê pergaleke xebatê ya temam lê tê barkirin. Heke pirsgirêka hişkalava kombersê tune be, di destpêka kombersê de bikarhêner dikare CD/DVD-ya li ajokarê ne, bixebitîne û dest bi karanînê bike (wekî têketina înternetê, çêkirina pelên nû yên mîna nivîs, wêne û hwd.) Ew pergala xebatê bi temamê li ser wê DC/DVD-yê dixebite. Pêkhateyên pergalê li bîrê (RAM) tê barkirin û hemû çalakî li ser bîrê tê meşandin. Ji ber ku tu carî çalakî li ser kombersê nayê kirin, piştî derxistina CD/DVDyaJînde, komber bêpirsgirêk xebata xwe ya normal didomîne, tu dane jî winda nabe.

Hişyarî: Piştî derxistina CDyaJîndî, çalakiyên ku li ser wê hatine kirin (pelên çêkirî, wêneyên daxistî, hemû mîheng û hwd.) winda dibe.

Reh an jî bikarhênera super (Root or Super User)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Reh (bi soranî reg) an jî Bikarhênera Super, rêvebira pergalê ya pergalên xebatê ya Linux-ê ye. Bikarhênera Reh (an jî bikarhênera ku xwediyê rayeyan) hemû tiştên li pergalê ne dikare biguherîne, jê bibe an jî tiştên nû ava bike. Reh, her tiştê pergalê ye. Bi saya pergala destûrên pel û pelrêçan a pêşketî a Linux-ê bikarhêner tenê li ser pelên li nav pelrêça xwe ya /home/-ê xwediyê rayedar û destûrdar in. Lê reh, dikare pel û pelrêçên li nav hemû pergalê biguherîne.

Bestekî (Dependencies)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ji bo xebitandina her cure nivîsbariyê hin nivîsbariyên din ên diyarkirî divê hatibe sazkirin. Wekî mînak ji bo ku lîstikekî di Windowsê de bê xebitandin, divê guhertoyeke DirectX li pergalê sazkirî be.
  • Di Linux-ê de ji van nivîsbariyên hewcekirî û pirtûkxaneyên sepanan re “bestekî (~girêkî)” tê gotin.
  • Di Windows û pergalên xebatê yên din de, bi gelmeperî sepan û pirtûkxaneyên zêdek ên ku ji bo xebitandina nivîsbariyên din pêwîst in, bi wê nivîsbariyê tên pakêtkirin û li pergalê tê sazkirin. Lê van pelên pirtûkxaneyê û nivîsbariyên zêdek di rewşa rawestarê de ne. Yanî, tenê ji bo wê sepanê ne a ku dê bê sazkirin û ji bo her nivîsbariya nû guhertoyên nû yên wan nivîsbariyên zêdek dîsa li pergalê tê sazkirin.

Mînak: Bi nivîsbariya A-yê re pelê x.dll li pergalê tê sazkirin. Nivîsbariya B jî bi xwe re guhertoya kevn an jî nû ya x.dll-yê li pergalê saz dike. Wiha, pir caran nepixandina Windowsê pêk tê. Belkî di pergalê de 50 heb pelên x.dll-yê hene û x.dll-yê ku bi nivîsbariya A-yê hatibû sazkirin heke bê rakirin dê nivîsbariya A-yê nexebite.

  • Ji bo bikarhênerên nû yên cara yekem GNU Linux-ê bi kar tînin, tiştê ku herî tirsnakî ev bestekî ne. Di pergalên xebatê yên Linux-ê de nivîsbarî tenê pelên pêwîst saz dike yên ku di pirtûkxaneya kodên çavkaniya nivîsbariyê de ne, pelên derî van pirtûkxaneyan in, tu carî nayê pakêtkirin. (cureya van pelan .so ne û a rastî di Linux-ê de tu wateya van nav û cureyan tune ye.) û heke van pelan (yên .so) berê hatibin sazkirin dê di navbera nivîsbariyan de werin parvekirin. Bi saya vê parvekirinê, di pergalê de tenê yekî tê sazkirin.

Mînak:

  1. Derdora sermaseyê ya KDE, pirtûkxaneya navrûyê ya QT bi kar tîne û pakêtên KDE hemû pelên pirtûkxaneya QT nahewîne. Pelên pirtûkxaneya QT-yê yên ku dihewînin tenê ew pel in ku KDE bi kar tîne, ne zêdetir. Pergala pirtûkxaneya parvekirî kêrhatî be jî ji ber ku tenê pelên sazkirî bi kar tînî, dibe sebeba nepixandina reşaneyên GNU/Linux-ê. Ji ber ku;
  2. Heke reşaneya A-yê pelê x.so-yê di nav pelrêça /lib-ê bi cih kiribe, nivîsbariyên ku girêdayî wê ne li gorî vê cihkirinê têne berhevkirin. Dê nivîsbariya A-yê pela x.so-yê di pelrêça /lib-ê de bigere. Lê reşaneya B-yê, dibe ku ev pela x.so-yê di /usr/lib-ê de bi cih kiribe. Di vê rewşê de, nivîsbariya ku li gorî reşaneya A-yê hatiye amadekirin, dê reşaneya B-yê de neyê xebitandin.
  • Ji bo kêmasî û neyîniyên bestekiyan bêne astengkirin, reşaneyên Linuxê pergala “pakêtên nivîsbariyê” çêkiriye.

Pakêtên nivîsbariyê (Software Packages)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pekêteke nivîsbariyê, nivîsbariyake bi rêbaza arşîvkirinê hatiye pakêtkirin û ji aliyê pergaleke rêvebira pakêtan ve yan jî ji aliyê sazker (installer) ve tê li pergalê sazkirin.
  • Her sepan an jî nivîsbarî, ji aliyê pêşdebira xwe ve bi zimanekî bernameyan (C++, Python, Java...hwd.) tê nivîsandin. Nivîsbariyên tescîlkirî, dîsa ji aliyê xwediyê ve tê berhevkirin û pakêtkirin (wekî mînak setup.exe) û wiha digihêjîne bikarhêneran.
  • Nivîsbariyên çavkaniya vekirî, wekî koda çavkaniyê ya seretayî tê weşandin. Ev kodên çavkaniyê ji aliyê kesan ve yên ku dê berhevkirinê bikin (pêşdebirên reşaneyeke, takekesên sêyemîn, belkî hûn) tên berhevkirin û di vê pêvajoyê de pelên jînde (binary executables), pelên pirtûkxaneyê yên ku nivîsbariyê hewce dike (libraties, li Windowsê pelên .dll) û pelên din jî tên çêkirin.
  • Divê van pelan bi hêsani li pergalê bên sazkirin. Ev sazkirin ji aliyê pergala rêveberiya pakêtê (Package Managers) ve tê kirin. Nivîsbariyên berhevkirî, li gorî reşaneyê tên pakêtkirin û li depoyên reşaneyê tên barkirin.
  • Bikarhêner, ji aliyê navgînên sazkirin/rakirin a pakêtan ve pakêtên ku dixwaze bi hêsanî li pergala xwe saz dikin û bi kar tînin. Peywira bingehîn a pakêtên nivîsbariyê ev bin jî ya duda ku ew jî pir girîng e, çareserkirina pirsgirêkên bestekiyê ye.
  • Îro ji tevlihev heta hêsan gelek pergalên rêveberiya pakêtê û pakêtên ku girêdayî wan hene. Lê du heb ji wan gelek berbelav in:
  1. Pakêtên Debian: Reşaneyên wekî Ubuntu, Sidux, Debian hwd.tên bikaranîn û pelên wan bi .deb xelas dibin. Bi navrûya fermanê ya “apt” û bi pergala “dpkg” tên bikaranîn.
  2. Pakêtên RPM (Redhat Package Manager): Pergaleke rêveberiya pakêtan e û ji aliyê reşaneyên mîna Mageia, OpenSuse, Fedora, Red Hat hwd. ve tê bikaranîn. Li Megeia-yê Urpmi, li OpenSuse-ê Zypper, li Fedora-yê Yum wekî navrûya fermanê tê bikaranîn û bi pergala RPM tê xebitandin.

Avahiya pel û pelrêçên Linux-ê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avahiya pel û pelrêçên pergalên GNU/Linux-ê ji pergalên xebatê yên din gelek cuda ne. Wekî mînak di Windowsê de li bin ajokarê C:/-yê pelên pergalê, pelrêça Windowsê, daneyên takekesî, pelrêça Documents and Settings hene; pelrêça sepanan jî li bin Program Files-ê ne. Lê di GNU/Linux-ê pel û pelrêçan li bin pelrêça “/”yê ne. Pelên pêwîst ên pêşbarkirinê -yên ku ji bo vekirina pergalê ne- li bin /boot/-ê ne, daneyên takekesî li bin /home/-ê ne.

Saziyên ku piştgirî didinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Niha, nêzî tevahiya navendên agahî û kiryariyan ên zanîngehan û dezgehên wekî NASA, IBM, HP, Boeing, HSBC, SonyEricsson, Nokia, Siemens, Samsung, General Motors, Hyundai, Oracle, EToys Linuxê bi kar tînin û bi awayekî piştgiriyê didinê.

Ji bo Ubuntu GNU/Linux a kurdî jî Komeleya Karger piştgiriyê di warê werger û danasînê de dike.

Wergera kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çend projeyên ji bo wergerandina Linuxê bi kurdî heye. Binêre: Linux a kurdî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Stallman, Richard (Richard). "GNU/Linux FAQ". https://www.gnu.org. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî); Ji bo parametreya |archive-url= parametreya |archive-date= hewce ye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  2. ^ Eckert, Jason W (2012). Linux+ Guide to Linux Certification. Boston, Massachusetts: Cengage Learning. r. 33. ISBN 978-1111541538.
  3. ^ Vaughan-Nichols, Steven J. (13/04/2019). "Twenty Years of Linux according to Linus Torvalds". https://www.zdnet.com. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2019-12-25. Roja gihiştinê 22/12/2019. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ a b https://distrowatch.com. "Top Ten Distributions". Roja gihiştinê 22/12/2019. {{cite web}}: Di |paşnav= de lînkeke derve heye (alîkarî); Ji bo parametreya |archive-url= parametreya |archive-date= hewce ye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]