Niels Bohr
Ji Wîkîpediya
Niels Henrik David Bohr (* 7'ê kewçêrê 1885 li Kopenhagen; † 18'ê sermawezê 1962 li heman derê) fîzîknasekî Danîmarkî bû. Sala 1922'î Xelata Nobel a fîzîkê wergitiye.
Li ser strûktûra atomê û tîrêjên wê yên manyetîk lêkolîn kiriye. Di pêşxistina angaşta qûantûmê de xwedî roleke sereke bû. Wî bo cara pêşîn modeleke dewlemend a atomê çêkiriye. Di jiyana xwe de gelek jê hatiye hezkirin û di warê fîzîkê de bûye yek ji pêşengan. Bi giranî tevlî fîzîknas Max Planck bûye lê di gelak waran da ji wî cuda fikiriye. Bohr bala fîzîknasan kişandiye ser spektroskopîyê. Gelek kes wî yek ji pêşengên çêkirina bombeya atomê didin naskirin.