Max Planck

Ji Wîkîpediya

Max Planck

Max Karl Ernst Ludwig Planck (* 23'ê avrêlê 1858 li Kiel; † 4'ê kewçêrê 1947 li Göttingen) yek ji fîzîknasên navdar ên Alman e. Ew wekî avakerê fîzîka qûantan (Qûantanfîzîk) tê zanîn. Sala 1918Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Planck wekî Albert Einstein, yek ji giregirên fîzîkê ye. Gelek caran bi hev re xebitîne. Planck gelek angaşt û formûl avakiriye û bipêşxistiye. Bo mînak Neguhera Planck, Zagona Planck a tîrêjdayînê hwd. Hêj di 30 saliye xwe de dibe gerînendeyê enstîtuya fîzîk a Berlînê. Doktoraya xwe bi angaşta ravekirina ristina hîdrojenê dide lê ew pirranî bala xwe berdide fîzîka matematîkî. Keşfa cîsmên reş dike û bi wêrekî fîzîka heyî û rûniştî rexne dike. Sala 1900'î êdî keşfa wî ya mekanîka qûantan amade ye.

Têkiliya di navbera enerjiya qûantan û frekansa pêlekî bi formûla E  = h \cdot \nu dida ravekirin. Ev yeka wekî şoreşeke nû ya fîzîkê bû.

Dîsa Neguhera Planck a ku di matematîka fîzîkê de tê bikaranîn û navdar e wisa ye:
( h = 6{,}62607 \cdot 10^{-34}\,\rm{J\,s} = 4{,}13567 \cdot 10^{-15} \rm{eVs} ,)

Di jiyanê de xwedî ramanên hişk û biryardar bûye. Lawê wî tevlî çalakiyeke kujerî li dijî Adolf Hitler dibe. Sazûmaniya Nazî ji Planck dixwazin heger ew bi fermî û eşkere piştgiriya xwe bo rejîma faşîzmê bike dê lawê wî were azadkirin. Planck vê teklîfê napejirîne û ramana xwe ya li dijî faşîzmê nafiroşe. Lawê wî paşê tê kuştin.

[biguherîne] Xelat û payeyên wî

Îro gelek dibistan, zanko, kolan hwd. bi navê wî hatine binavkirin.