Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nordrhein-Westfalen (NRW) yek ji herêmên kargêriyên Almanyayê ye û gorî nêzî 18 milyon nifûsa wê herêma Almanyayê ya herî mezin e. Ew li rojavaya Almanyayê rûniştî ye û rûerda wê 34.080 km² ye. Çiqas paytexta NRW Düsseldorf e jî bajarê xweyî herî mezin Köln e.
Nordrhein-Westfalen li bakru bi Niedersachsen, rojhelat Hessen û başûr jî bi Rheinland-Pfalz ve, li bakur jî bi Belgiya û Holandê ve tê ye sînorkirin.
Di navenda NRW de Ruhrgebiet (an go, navçeya Ruhr) yê bi bajarên li bakur Bottrop, Gelsenkirchen, Herne û Recklinghausen, li rojhelat Dortmund, Hamm û Hagen, li navend de Bochum, Wuppertal, Essen, Oberhausen û Mülheim û li rojava jî Duisburg û Moers ve he ye. Hin bajarên dinên mezinên NRW wiha ne: Münster, rojava Bielefeld û Paderborn, başûr Siegen û li rojava Bonn, Köln, Leverkusen, Aachen, Mönchengladbach û paytexta wê Düsseldorf in.