Pîşesazî
Ji Wîkîpediya
Pîşesazî an endustrî (lat. Industria), ji hemû kargeh û karxaneyan, kû bi alîkarîya mekîneyan, kala, xardemenî, ebzar yan jî, madeyên xav berhev û saz dikin, pêk tê.
Bi giştî, ji her desteyeka karweriyê ra ko bi şêwaz û metodên wekhev û hevpişk ji bo bidestveanîna fayîde an qezancê di xebitin pîşesazî dihêt gotin, mîna pîşesaziya mûzîkê, pîşesaziya tirumpêlan ango otomobîlan. Bêjeyên hemmehne (sînonîm) endustrî, senayî ne.
Bi ramaneka dî, pîşesazî ew tişt bû ko wekî bingehê peydebûna Ewrûpa ya nû piştî Şoreşa Pîşesaziyê dihêt hesibandin. Di vê ramana nû da, pîşesaziyê wekî metodekê nû yê berhemanîn û aborîyê cihê berhemanîna bazirganane û feudalane girt. Destpêka wan guhartinan bi afirandina makîneya helmê û pêşkevtinên zanistî û teknolocîkî yên dî bû.
Îndustrî di Abûrîya her Welatekê, Rolekê gelek giring dibîne. Endezyarîya endustrî, karê pilan û sazkirina van kargeh û karxaneyan dike û prosêsa avakirinê heta bi Dawî hatin û karkirinê jî kontrol dike.
[biguherîne] Pîşesaziya Destpêkê
Ev pişik ji pîşesaziya her neteweyekê wan pîşesaziya vedigirit ko ji bo hemî pîşesaziyên dî gelek bingehîn û destpêkanî ne. Mînakên vî coreyê pîşesaziyê derêxistina madeyên xav ji madenan, cotkarî û çandin, rêlvanî (daristan), terşdarî (xwedîkirina pez û ga û lawirên dî), masîgirî û h.w.d. ne.
[biguherîne] Cureyên pîşesazîyê
Pîşesazî di aborîyê da dabêşî pîşesaziya destpêk, pîşesaziya duyê û pîşesaziya sêyê dibêt. Pîşesaziya duyê bi xwe dabêşî pîşesaziya sivik û pîşesaziya giran dibit.
[biguherîne] Şaxeyên Îndustrî
Îndustrî ji gelek Şaxe yan ji Beşan pêk tê. Çend Beşên giring di vî warî de evin:
- Xardemenî-Îndustrî (Xarin û Wexarin)
- Tabak-Îndustrî (Cigare)
- Têkstîl-Îndustrî
- Îndustrîya Pust û Çerm
- Îndustrîya Çûb û Dar
- Kaxez-Îndustrî
- Çap-Îndustrî (Çapgeh)
- Îndustrîya Nefta Xav, Seng Reju û Enêrjîya Atomî
- Şîmî-Îndustrî (Kîmîyawî)
- Plastik-Îndustrî
- Hesin-Îndustrî
- Îndustrîya Maşînsazî
- Îndustrîya Amêrên Defteran (Bûro)
- Îndustrîya Êlêktronik
- Radio û Televîsîon
- Îndustrîya Amêrên Mêdîzîn
- Optik-Îndustrî
- Îndustrîya Seetsazî
- Automobîl-Îndustrî / Tirompêlsazî
- Recycling (Îndustrîya vegerandina Kirş û Zibale)
- Mobl-Îndustrî
- Îndustrîya Hewapeyma û Sefînesazî
- Îndustrîya Keştîsazî
- Îndustrîya Dermansazîyê
- Computer-Îndustrî