PHP
PHP, an jî bi navê xwe yê fermî "PHP: Hypertext Preprocessor" (PHP: Pêşxebatkarê Hipernivîs), di nav HTML'ê de dikare were nixumandin. Mirov dikare bi alîkariya wê kod ên ku ji aliyê pêşkêşker ve tên xebitantin binivîse. Zimanekî bi tevahî kod ên eşkere bi kar tîne ye. Wate, ji bo çêkirina naverokeke çalak mirov dikare vî zimanê bernamekariyê bi kar bîne.
PHP zimanek ji zimanên bernamekirina webê ye. Her wiha, cihê ku herî pir lê tê bikaranîn jî web a herî mezin, ango înternet e. Di înternetê de daneyên rûpelan, bi bikaranîna protokolên belî ji deriyekî komputerê dihere yê din.
Ev çûn, an jî ev birin, li ser bingeha TCP/IP pêk tê. HTTP (Hyper Text Transfer Protokol) jî dibe pûl a li ser vê nameyê.
Dema tu dixwazî www.malperamin.com vekî, komputera te ji pêşkêşkera ku wê rûpelê pêşkêş dike re nameyekê dişîne, wekî daxwaz. Ev daxwaz ji aliyê pêşkêşker ve tê bersivandin. Ji danûstandinê re bi kinasî wiha tê gotin "daxwaz-bersiv."
PHP wekî Linuxê xwedî zagonên "Pergala Vekirî" ye. Ango bi van zagonan ve girêdayî ye. Her kesê ku dixwaze, dikare guhertinan li gor zanebûna xwe lê zêde bike. Lê nikare ji vê guhertinê pereyan qezenc bike. Divê guhertinên xwe ji her kesê ku dixwaze re eşkere jî bike.
Avakarê wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rasmus Lerdorf, di destpêka dîroka înternetê de, wate di wan salên 1990'î de ku hîn înternet nû belav dibû de, ji xwe re li karekî digeriya. Fikirî ku kurtejiyana xwe di rûpelekê de binivîse û dema çû ji bo kar serî li derekê da, vê navnîşanê bide wan. Lê wan deman, bi taybetî jî di tora Unix a zanîngehan de ku pêşkêşkerên web hatibûn sazkirin, çêkirina rûpeleke şexsî ne karekîhêsan bû.
Kî rûpelekê ji xwe re çêke û têxe pêşkêşker, heke roja yekem lê hay nebe jî, roja duyem dê meraq bike bê çend kes ketine malpera wî, çi fikirine û xwestine jê re çi bibêjin. Lerdorf kurtejiyana xwe xist pêşkêşker û wî jî meraq dikir ku çend kes vê kurtejiyana wî dixwînin. Wan salan di hindurê wê de motoreke berhevkar hebû ku yek-du makro fêm dikir. Çend amûrên ku di piraniya malperên şexsî de hene; lênûska mêvanan, hejmarok û hwd tê de cih digirt. Lerdorf di sala 1994an de li ser vê meraqa xwe PHP (Personel Home Page) bi pêş xist..
Beşeke mezin a vê nivîsbariyê ji zimanê Perl hatibû standin. Navê Personel Home Page (Serûpela Şexsî) lê kiribû. Vê nivîsbariyê gelekî bal kişand û hate bikaranîn.
Lerdorf pêvekên ku wekî form daneyên ji serîlêderan hatine berhev dike nivîsî. Navê vê bernameyê bû PHP/FI (Form Interpreter / Şîrovekarê Formê). Hinekan navê PHP2 li vê guhertoya bernameyê kir. Ev nav, tevî ku bername gelekî guherî û bi pêş ket jî demeke dirêj neguherî.
Lerdorf di 1993an de motora berhevkar ji nû ve nivîsand. Navê wê bû PHP/FI V2 Vê guhertoyê formên agahiyan ên HTML bi kar dianî. Dema desteka mySQL jî li vê yekê zêde bû, PHP/FI êdî ji dayika xwe bû.
Pêşî ji gel re ne vekirî bû. R.Lerdorf fikirî ku ev nivîsbariya ku ji bo xwe amade kiriye ji aliyê kesên zêde webê nasnakin ve jî dikare bi hêsanî were bikaranîn. Di sala 1995an de bi navê "Personel Home Page Tools" li gel hate vekirin. êdî gelek kesan destek dayê û kod ên wê bi hevkarî bi pêş xistin. Ji lew re bi lez bi pêş de çû.
Rasmus Lerdorf di nîvê sala 1995'an de komek ava kir. Di vê komêde Zeev Suraski, Stig bakken, Shane Caraveo û Jim Winstead hebûn. Heta wêdemê PHPê ji "Perl"ê deyndariyeke dewamî dikir. Vê komê PHP ji vî awayî rizgar kir. PHP kirin (Object-Oriented) "Berêveyî Bireser." Ew êdî zimanekî bernamekirinê yê bi vî rengî bû. Ev kom ji bo kêrhatinên dîtir li PHPê zêde bike, hey xebitî.
Di 1997an de Zeev Suraski û Andi Gutmans motorê berhevkar bi tevahî ji serî de nivîsandin û ji bo PHP V3 bingehek çêbû. Dû re jî PHP V4 ji serî ve hate nivîsandin. PHP Hypertext Processor ji bo serkeftinan amade bû.
Mînak
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- <html>
- <head>
- <title>Minak</title>
- </head>
- <body>
- <?php echo"Ew Nivîs tê ekranê gerok"; ?>
- </body>
- </html>
Ji bernameyên CGI yên ku bi C û PERL hatine nivîsîn cuda ye. Ji bo jêgirekê ji HTML çêke, di şûna ku komek rêzik were nivîsîn, mirov dikare di navenda kod ên HTML de bi kar bîne. Zimanekî wisa ye ku mirov dikare daneyan di her derê de bixebitîne.
Di navbera wê û JavaScript'ê de (ku zimanek ji zimanên aliyê daxwazker e) cudahiya ku heye, ew e ku xebat di pêşkêşker de pêk tên û ji daxwazkar re tê şandin.
PHP dikare çi bike?
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Standina daneyên formê, çêkirina rûpeleke naveroka wê çalak an jî di pêkanîna bicihanîna nasyaran de, her tiştê ku bernameyeke wekî CGI pêk tîne, dikare bîne cih. Di PHP'ê de tişta ku herî pir bal dikişîne jî desteka fireh a ku ji bo karên danegirê dike ye. Çêkirina dokumaneke têkildarî danegirê, bi PHP'ê pir hêsan e. Niha hemû danegirên ku navên wan li jêr hatine nivîsîn tên destekirin:
- Adabas D
- dBase
- Empress
- FilePro
- Informix
- InterBase
- mSQL
- MySQL
- Oracle
- PostgreSQL
- Solid
- Sybase
- Velocis
- Uni dbm
Digel van jî, PHP bi servîsên din re protokolên wekî IMAP, SNMP, NNTP, POP3 û HTTP bi kar tîne û têkiliyê ava dike.