Paşragihandina erenî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bi paşragihandina erenî bandora kartêkira destpêkê gav bi gav zêde dibe.

Paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback); mekanîzmayek taybet e ko bi xurtkirina bandora kartêkirê, lezandin an jî bihêztirkirina zîndeçalakiyê dabîn dike.

Ji rijênek derdana hormon, di laş de bersîvek sirûştî peyda dike. Hin pêkhateyên vê bersîvê bi ragihandinên xwe bi awayekî rasterast an jî nerasterast bandor dikin li ser heman rijênê hormonçêker, ev rewş wekî paşragihandin tê navkirin[1] Di laşê zîndeweran de koendama hormonan û koendama demar, bi hev re bo çerxa paşragihandinê kar dikin. Di piraniya paşragihandinan de erkê sereke yê hormonan e. Lê di laşê mirov de hin çerxên paşaragihandinê tenê bi navbeynkariya koendama demarê rû dide. Wekî mînak; germahiya laşê mirov bi mekanîzmaya paşaragihandinê tê rêkxistin. Di rêkxistina germahiya laş de ne hormon lê koendama demar kar dikin bo dabînkirina hevsengiyê.

Du corê paşragihandinê heye; paşragihandina neyînî û paşragihandina erenî.[2]

Paşragihandina neyînî ji bo rêkxistina hevsengiya navekî kar dike. Bi bandora paşragihandina neyînî aresteya çalakiyê diguhere. Ango heke tiştek di laş de zêde bûye, wê kêm dike, na heke kêm bûye wê zêde dike û asta wê tiştê nêzîkê xala asayî dike. Di laşê zîndeweran de piraniya zîndeçalakî bi paşragihandina neyînî tên kontrolkirin.

Rêbaza paşragihandina erenî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berevajiyê paşragihandina neyînî, paşragihandina erenî di laşê mirov de hevsengiyê rêk naxe, lêza çalakiyê kêm nake, lê bandora kartêkirê xurt dike.[3] Ango erkê paşragihandina erenî, ne ji bo dabînkirina sabitmayina rewşa laş û hevsengiya navekî ya laş e.[4] Di mekanîzmayên paşragihandina erenî de bandora kartêkira destpêkê gav bi gav zêde dibe[5], loma her ko kartêkir çalakiya xwe didomîne, di şane an jî endama armanc de bertek jî her ko diçe zêde dibe.[6]

Paşragihandina erenî bandor li ser çalakiya destpêkirî dike, ango zîndeçalikiyê ji nûve nade destpêkirin. An berdewamiya çalakiyê dabîn dike an jî leza çalakiyê zêde dike bi vî awayê çalakiyê taw dike[7](bi înglîzî: to accelerate).

Di laşê zîndeweran de hejmara zindeçalakiyên ko bi navbeynkariya paşragihandina erenî rû didin, hindik in.

Mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derdana FŞ û LH dibin sedema derdana êstrocenê, estrocen bi paşragihandina erenî hê pirtir FŞ û LH dide derdan.

Hin mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de:

  • Di dema birîndarbûyînê de rûdana xwînmeyînê,
  • Di dema zarokanîn de girjbûna masûlkeyên malzarokê.
  • Kontrola derdana şîrê dayikê bi şîrmijîna dergûşê
  • Kontrola hêkdanê bi zêdebûna rêjeya hormona êstrocênê

Dema di laş de birindarbûn rû dide, lûleyên xwînê dipelixin an jî diqelişin. Di nav xwînê de perikên xwînê (bi latinî: platelets) heye. Perikên xwînê li derdora beşa ziyangirtî de kom dibin. Derdanên kîmyayî yên ji perikên xwînê bi paşragihandina erenî hê pirtir perikên xwînê li ser xwe kom dikin. Paşê koma perikan bi rêzeçalakiyên kîmyayî, bi meyîna xwînê, li ser birînê qalikek ava dikin û rê li ber xwînberbûnê tê girtin.[3]

Dema zarokanînê ji ber paldana serê dergûşê, li dîwarê stuyê malzarokê de pesto peyda dibe, pesto wekî kartêkirek kar dike. Wergirên li stuyê malzarokê( bi latînî: cervix) kartêkirê ber bi demaxê dişîne. Ji demax, hormona oksîtosîn (bi grekî: oxytocin) tê derdan bo girjbûna malzarokê.[8] Girjbûna malzarokê pestoya li stuyê malzarokê zêdetir dike, pestoya stuyê malzarokê jî dîsa wergiran han dike ko ji hîpotalamusê hê pirtir oksîtosîn were berhemkirin û bi navbeynkariya hîpofîzê were derdan. Derdana oksîtosînê masûlkeyên malzarokê hê pirtir girj dike, masûlkeyên girjbûyî, dergûşê ber bi zêyê pal didin. Bi vê awayê masûlkeyên stuyê malzarokê hê pirtir vedikêşin, pestoyek hê zêdetir peyda dibe, ev pesto jî dîsa ji aliyê wergiran ve ber bi demax ve tê şandin. Ev çerx heta dawiya zayîna dergûşê didome. Piştê zayînê, kartêkir (vekêşina stuyê malzarokê) namîne, loma derdana oksîtosînê jî radiweste.[6] Di vê mînakê de em dibînin ko paşragihandina erenî alîkarî dike bo temambûna çalakiyê, heke masûlkeyên malzarokê bi têra xwe girj nebin, zayîna dergûşê (çalakî) jî temam nabe.[3]

Şîrê dayikê jî bi paşragihandina erenî tê derdan. Li derdora gopika memikê de wergir hene. Gava dergûş memik dimije, wergir sinyal dişînin hîpotalamusê. Hîpotalmus, hîpofîza pêş han dike bo derdana prolaktînê, hîpofîza paş jî han dike bo derdana oksîtosînê.[9] Ev herdu hormon bi navbeynkariya xwînê digihîjin memikan. Prolaktîn berhemkirina şîr, oksîtosîn jî derdana şîr rêk dixe. Her ko şîr tê derdan, dergûş jî memikan dimije û hîpotalamusê han dike. Bi vê awayê çerxa paşragihandina erenî didome heta ko di memikan de şîr nemîne an jî dergûş dev ji mijînê berde, paşê derdana şîr diqede.[7]

Di qonaxa çikildanê ya çerxa mehane de ji ber hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş hormonên FSH û LH tê derdan. Hormona FSH û LH di hêkdankê de bandor li çikildanan dike û perisîna çikildnan dest pê dike. Ji xaneyên granuloza yên çikildanan, hormona êstrocen tê derdan. Êstrocen bi paşragihandina erenî bandor li hîpotalamusê dike ko hê pirtir ji hormona derpirandina der bide.[10] Bi derdana hormona derpirandinê hê pirtir FSH û LH ji hîpofîzê tê derdan. Derdana FSH û LH jî dibe sedema derdana hê pirtirîn êstrocen. Ev rewş dibe sedema zêdebûna xestiya LHyê. Çerxa paşragihandina erenî heta hêkdananê didome.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  2. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  3. ^ a b c Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  4. ^ Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  5. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  7. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  8. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  9. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  10. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.